Serokomar Erdogan: "Me biryarên girîng ên ku dê dostaniye herdu welatan xurt bike hildan"
- "Me di hevdîtina xwe ya îro da ya bi birayê min ê ezîz Qralê Urdinê Birêz Ebdullah ra biryarên girîng ên ku dê dostaniye herdu welatan xurt bike hildan"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Me di hevdîtina xwe ya îro da ya bi birayê min ê ezîz Qralê Urdinê Birêz Ebdullah ra biryarên girîng ên ku dê dostaniye herdu welatan xurt bike hildan. Me dît ku em di mijara ku li her bostê herêma me aştî, aramî, ewlehî û îstiqrar serdest bibe da wekî hev difikirin."
Serokomar Erdogan piştî ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn "Nîşana Huseyîn Bîn Elî" teqdîmî wî kir axivî û got ji ber ku nîşan danê gelekî kêfxweş e.
Serokomar Erdogan got ku "Ez ji ber tewecuha nîşanî şexsê min dan spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ez vê nîşanî wekî tezahureke berbiçav û peywendiyên dîrokî yên di navbera welat û gelên me da dibînim û qebûl dikim. Wisa bawer dikim ku ev nîşana mustesna dê peywendiyên me yên biratî û dostaniyê hê xurttir bike."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Me di hevdîtina xwe ya îro da ya bi birayê min ê ezîz Qralê Urdinê Birêz Ebdullah ra biryarên girîng ên ku dê dostaniye herdu welatan xurt bike hildan. Me dît ku em di mijara ku li her bostê herêma me aştî, aramî, ewlehî û îstiqrar serdest bibe da wekî hev difikirin. Min ji birayê xwe yê biqîmet ra got ku em ji ber hewldanên Urdina ku hamiyê mekanên pîorz ên li Qudsa Rojhilat e teqdîr dikin. Ez hêvî dikim ku hevdîtinên me ji bo welatên me û herêma me bibe wesîleya xêrê. Ez Remezanê Şerîfa ku înşellah em ê piştî 11 roja mişeref bibin pîroz dikim û hêvî dikim ku remezana bimbarek ji bo welatên me û hemû alema îslamê bibe wesîleya rehmetî bereket, aramiyê."
Erdogan spasiya Qral Ebdullahê 2yemîn kir û diyar kir ku car din bi hurmet û hezkirin silavên xwe ji birayên xwe yên Urdinî ra dişîne û got ku "Rebbê min biratiya me û piştevaniya me daîm bike."
- Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn "Nîşana Huseyîn Bîn Elî" da Serokomar Erdogan
Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn "Nîşana Huseyîn Bîn Elî" da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
"Merasima Dayîna Nîşana Huseyîn Bîn Elî" ya ku li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê piştî hevdîtinên rû bi rû ya herdu serokan û hevdîtinên di navbera heyetan temam bû, hat lidarxistin.
Di merasimê da Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn "Nîşana Huseyîn Bîn Elî" da Serokomar Erdogan.
Piştî merasimê herdu serok di xwarina fermî da hatin bal hev û paşê ji ofîsê derketin.

