Serokomar Erdogan: "Me biryar da ku bi Macaristanê ra Komeke Plansaziyê ya Hevpar bê avakirin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me biryar da ku bi Macaristanê ra Koma Plansaziyê ya Hevpar bê avakirin ku pirsgirêkên dualî û cîhanî bila bi awayekî zêde sazûmanî va werin çareserkirin."
Serokomar Erdogan piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban ra ya li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê, civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û li wir axivî.
Erdogan anî ziman ku di navbera herdu welatan da hin belge hatin îmzekirin û wiha axivî: "Ji hewageriyê bigire heta ewlehiyê, ji teknolojiyê bigire heta çand û perwerdeyê, me hin belgeyên ku wê bingeha têkiliyên me xurt bikin, îmze kirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir wan biryar daye ku Koma Plansaziyê ya Hevpar bê avakirin û wiha axivî: "Me biryar da ku bi Macaristanê ra Koma Plansaziyê ya Hevpar bê avakirin ku pirsgirêkên dualî û cîhanî bila bi awayekî zêde sazûmanî va werin çareserkirin."
Der barê bazirganiya di navbera Tirkiye û Macaristanê da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Hindik maye ku em bigîhîjin hedefa hecma bazirganiyê ya 6 milyar dolarî ya ku me bi Birêz Orban ra destnîşan kiriye. Li gor rewşa bazirganiyê ya bihêz a di navbera me da, em li ser nûjenkirina hedefa bazirganiyê ya ku hecma wê 10 milyar dolar e axivîn."
Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban jî di civînê da anî ziman ku têkiliyên di navbera Macaristan û Tirkiyeyê da pêşva diçe û wiha axivî: "Serokomar Erdogan got, 'Dinyayeke cuda wê hebe û Dinyaya Tirk wê vejeneke mezin kom bike.' Min dît ku planeke wî ya mezin heye, Sedsala Tirkan. Dema ku ez li cîhana derdora Macaristanê dinêrim, wekî cîhaneke ku bi rastî hewl dide, derdikeve pêş û bihêz dibe, ez Cîhana Tirk dibînim."
Serokwezîrê Macaristanê Orban der barê şerê Rûsya û Ukraynayê û navbeynkariya Tirkiyeyê da got rola Serokomar Erdogan gelekî zêde ye û wiha dewam kir: "Em xîret û hewildanên Birêz Serokomar (Erdogan) teqdîr dikin. Di vê mijarê da tekane navbeynkarê serkeftî ew e."
