Serokomar Erdogan li ser civîna xwe ya ku dê digel Serokê DYAyê Trump bike axivî

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ewê civîna li Qesra Spî ya digel Serokê DYAyê Donald Trump dê bibe alîkar ku şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin û hevkariya di navbera welatan da di çarçoveya vîzyoneke aştiya cîhanî ya hevpar da bêtir xurt bike.
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê NSosyalê da got, "Di hevdîtina me ya digel hevta û dostê min ê birêz, Serokê DYAyê Donald Trump, ya li Qesra Spî da emê li ser têkiliyên me yên stratejîk ên berfireh ên bi hevpeymana me DYAyê ra, gelek mijaran, bi taybetî bazirganî, veberhênan û pîşesaziya parastinê, gotûbêjê bikin. Ez bawer dikim ku civîna me ya bi Serok Trump ra dê di çarçoveya vîzyona me ya hevpar a aştiya gerdûnî de bibe alîkar ku şer û pevçûnên li herêma me bi dawî bibin û hevkariya di navbera welatên me da bêtir xurt bike."
Serokê DYAyê Donald Trump ragihandibû ku ew ê 25ê Îlonê li Qesra Spî pêşwaziya Serokomar Erdogan bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.