Polîtîka

Serokomar Erdogan: Li Rojhilata Navîn ji bo tesîskirina aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir

Serokomar Erdogan got ku "(Îsraîl-Îran) Em hêvî dikin ku agirbest bi sikûneta mayinde bê pêşwazîkirin. Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn divê her kes destê xwe bixe bin kevir."

Ekip  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Serokomar Erdogan: Li Rojhilata Navîn ji bo tesîskirina aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li LAHEYê di çarçoveya Lûtkeya NATOyê da civîna çapemeniyê li dar xist.

Serokomar Erdogan bal kişand ku hema bêje hemû bûyerên li rojeva navneteweyî hikûm dikin hawidora nêz a Tirkiyeyê diqewimin û got ku "Em hewl didin ku welatê xwe dûrî van hemû qeyranan bigirin."

Serokomar Erdogan got ku (Lûtkeya NATOyê) Me di rûniştina Konseyê da biryar da ku xerckirinên parastinê di maweya 10 salî da derxînin asta ji sedî 5ê dahata nav welêt a ne safî. Me pêşîkêşî kir ku nêrîna der barê ku di nav mitefîqan da rakirina astengiyên di bazirganiya berhemên pîşesaziyê da di belgeyên îtifaqê da cî bigire."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bandora herêmî û navneteweyî ya şerê li Ukraynayê çêbû û bal kişand ku dê wek Tirkiye ji bo ku şer bi aştiyeke adil û mayinde bi dawî bibe hewldanên xwe didomînin.

Serokomar Erdogan da zanîn li Laheyê destnîşan kir ku têkoşîna dijî terorê tenê bi piştevaniya ji dil a mitefîqan dikare bi ser bikeve.

Erdogan di berdewama axaftina xwe da got ku "Min destnîşan kir ku heke mitefîqên ne endam bi awayekî tam daxilê teşebûsên pîşesaziya parastinê ya Yekîtiyê (YE) bibin dê ev kêrî hemû Ewropayê bê."

Di mijara şerê Rûsya-Ukraynayê da Serokomar Erdogan got "Ez di wê baweriyê da me ku ji bo agirbest û aştiya mayinde deriyeke firsendê nîvalî bûye."

Serokomar Erdogan bal kişand ku ji ber êrîşên Îsraîlê trajediya însanî ya li Xezeyê guheriye bobelateke însanî û axaftina xwe wiha domand:

"Tu mirovên xwedî wijdan nikare li hember wehşeteke wiha bêdeng bimîne. Wekî hemû welatên li herêmê ewlehiya Îsraîlê jî ji îstiqrar, refah û aramiya welatên cîranên wî derbas dibe. "

Erdogan got ku" (Îsraîl-Îran) Rageşiya eskerî ya herî dawîn herêma me bi xetereyên gelekî mezin ra rû bi rû anî. Me ji kêliya ewil a qeyranê pê va gelek peywendiyên dîplomatîk danîn.

Erdogan bal kişand ku çareseriya mayinde a pirsgirêkên bi Îranê ra bi rêya dîplomasî û mizakereyê mimkûn e û ev gotin: Herêma me bi mînakên ku bi şer û xirakirinê mirov nikare bigihêji tu derê tijî ye. (Îsraîl-Îran) Em hêvî dikin ku agirbest bi sikûneta mayinde bê pêşwazîkirin. Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn divê her kes destê xwe bixe bin kevir. (Îsraîl-Îran) Em ji ber agirbesta ku bi hewldanên Serokê Amerîkayê Trump pêk hat kêfxweş in. Em hêvî dikin ku alî bê şert û merc guh bidin bangewaziya dostê min Trump."

Serokomar Erdogan got ku "Em bangî Îsraîlê dikin ku dev ji helwesta ku heta niha li Xezeyê nîşan dide, berde."

Serokomar Erdogan got ku "(Eurofighter) Me hem bi Îngiltereyê hem jî bi Almanyayê ra hevdîtinên xwe kirin, em dikin û di vê mijarê da geşedanên erênî hene"

Der barê mijara F-35an dan jî Serokomar Erdogan got ku "Me der barê mijara F-35an da hevdîtin kir, Me ji bo F-35an milyarek û 300-400 milyon dolar pere da û me dît ku di mijara kirîna F-35an da Birêz Trump xwedî niyeteke baş e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.