Serokomar Erdogan li Qahireyê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyareta fermî hat Qahireya paytextê Misrê, ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Serokomar Erdogan dema gihîşt Qesra Al Îttihadiyeyê û ji wesayîta xwe peya bû, Sîsî pêşwaziya wî kir.
Piştî ku Erdogan û Sîsî li qada merasimê cihên xwe girtin top hatin avêtin û sirûda herdu welatan hat lêxistin.
Serokomar Erdogan û Sîsî paşê dest dan hev, endamên çapemeniyê dîmenên wan girt.
Piştî hevnasandina heyetan Sîsî û Erdogan hevdîtin kir.
Dema civîna heyetan dawî bibe serokên herdu welatan wê beşdarî merasima îmzeyê ya peymanan bibin û daxuyaniyê bidin.
