Polîtîka

Serokomar Erdogan: Li pêşiya me ji bo xurtkirina bendewariya dil a bi gel ra 3 sal wext heye

Serokomar Erdogan got ku "Li pêşiya me hem ji bo tetbîqkirina bernameyên me hem jî ji bo ku bendewariya dil a bi gelê xwe ra xurt bikin 3 sal heye."

Elif Irmak  | 25.05.2020 - Rojanekırın : 26.05.2020
Serokomar Erdogan: Li pêşiya me ji bo xurtkirina bendewariya dil a bi gel ra 3 sal wext heye

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan eyda Teşkîlata 81 Bajêran pîroz kir.

Erdogan eyda hemû endam û mensûbên teşkîlatê pîroz kir û got ku "Ez dîsa ligel we eyda her yek ji 83 milyon welatiyên me cardin pîroz dikim."

Erdogan got ku "Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku bila gelek rojên xweş ên ku em ê eydan wekî eyd derbas bikin nîşan bide. Herçiqas me nekarîbe ku em bi dilê xwe mezin, eqreba, dost, hevalên xwe hembêz bikin û dilşikestî ketibin eydê jî hêviya me bi hemû hêza xwe va li ser piyan e."

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiyeyê pêvajoya şewba gerdûnî bi serkeftî bi rê va bir û nêzî encamê bû û wiha axivî:

"Tabloya ku di encama pêngavên normalîzebûnê yên ku me avêtin da derket holê nîşan dide ku em di rêya rast da pêş dikevin. Ez bi vê wesîleyê ji ber sebra wan spasiya her ferdê gelê xwe yê ku ji roja erefeyê heta xilasiya eydê seranserê 4 rojan li malê man û piştgirî dan têkoşîna me dikim. Înşeallah em ê ji bo defakariya xwe berdêleke mezin hildin."

Erdogan destnîşan kir ku tenê têrî nake ku Tirkiye ji vê qeyranê xilas bibe û got ku "Divê em bi hemû dinyayê ra şewbê têk bibin. Em ji bo vê mecbûr in ku xwe hînê bi taybetî awayê jiyana heyama ku em tê da dijîn û dibêjinê "normala nû" bikin. Ez wisa bawer dikim ku bi vê awayê jiyanê yê ku em dikarin wekî 'bikaranîna maskeyê, riayeta mesafeya fizîkî, baldariya paqijiyê' bikarin kurtasî bikin bi xisara herî kêm ji heyama şewbê derkevin."

Erdogan diyar kir ku hewcehiya Tirkiyeyê pê heye ku demildest hilberîn û îstihdama xwe zêde bike û berê xwe bide hedefên xwe û got ku "Em ji bo ku di pergala gerdûnî ya tê fehmkirin ku dê piştî şewbê ji hêla siyasî û aborî va ji nû va saz bibe cihê ku em heq dikin bigirin divê vê pêk bînin."

Serokomar Erdogan got AK Partiya ku mohra xwe li hemû reform, hemleyên pêşketinê, serkeftinên Tirkiyeyê yên 18 salên dawîn da di heyama bê da jî dê bibe lokomotîf.

Erdogan destnîşan kir ku girîngiya xizmetên ku di perwerde, tenduristî, edalet, ewlehî, pîşesazî, teknolojî, gihandin, vejen û hemû qadên din da li welêt pêk anîn di her qeyranê da piçek din tê fehmkirin û wiha axivî:

"Di 2 meh û nîvê dawîn da derket holê kesên ku veberhênanên me di warê tenduristiyê kirin rexne dikin siyaseteke çiqas vala dikin. Di serî da Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehîrê û berhemên mezin ên ku me heta niha xistin xizmetê û nexweşxaneyên ku em ê di rojên pêş me da vekin binesaziya tenduristiya me xurttir kiriye. "

- "Me di tenduristiyê da jimara nivînên tevahî yên nexweşxaneyên xwe derxist 240 hezarî"

Erdogan behsa veberhênanên di warê tenduristî û edaletê da hatin kirin jî kir û axaftina xwe wiha domand:

"Me di tenduristiyê da jimara nivînên xwe yên tevahî yên nexweşxaneyên xwe derxist 240 hezarî, jimara nivînên biwesf derxist 145 hezarî. Me jimara doxtorên xwe ji 92 hezarî derxist 161î, jimara nexweşiyên xwe bi tevahî ji 378 hezarî derxist milyonek û 25 hezarî. "

- "Divê em qise bikin me serê hemûya perçiqand"

Erdogan behsa xebatên ku di warê ewlehiyê da kirin jî kir û wiha axivî: "Divê em behs bikin ku me ji PKK, YPG, DEAŞê heta FETOyê serê hemû rêxistinên terorê yên ji bo ku êrîşê welatê me bikin tên xwedîkirin û mezinkirin perçiqand. Divê em qise bikin ku me nehişt rêxistinên sûcê yên organîze çavê xwe vekin. Me kordînasyona di navbera Wezaretên Karên Navxweyî û Karên Derva da, saziyên me yên ewlehiyê yên ku Teşkîlatam me ya Îstixbarata Neteweyî serkêşiya wê dike da pêş xist."

Erdogan ev gotin:

"Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku bila gelek rojên xweş ên ku em ê eydan wekî eyd derbas bikin nîşan bide. Tirkiye hemd ji Xwedê ra pêvajoya şewba gerdûnî bi serkeftî bi rê va biriye û nêzî encamê bûye. Tabloya ku di encama pêngavên normalîzebûnê yên ku me avêtin da derket holê nîşan dide ku em di rêya rast da pêş dikevin. Ez ji ber sebra wan spasiya her ferdê gelê xwe yê ku ji roja erefeyê heta xilasiya eydê seranserê 4 rojan li malê man û piştgirî dan têkoşîna me dikim. Li pêşiya me hem ji bo tetbîqkirina bernameyên me hem jî ji bo ku bendewariya dil a bi gelê xwe ra xurt bikin 3 sal heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.