Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Li ku derê zilm hebe, em li cem mezlûman û li dijî zaliman disekinin"

Ekip  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Serokomar Erdogan: "Li ku derê zilm hebe, em li cem mezlûman û li dijî zaliman disekinin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê beşdarî bernameya "Ji Bo Mirovahiyê Tirkiyeya Xurt" bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan li ser rabirdûya Tirkiyeyê sekinî û wiha got, "Em hê jî berdelên celadên mafên mirovan ên li ser welatê me, miletê me, demokrasiya me û aştiya me ya civakî ferz kirine didin."

Serokomar Erdogan behsa îmaja Tirkiyeyê ya li derva kir û wiha axivî, "Ez bi serbilindî bêjim ku dema Tirkiye tê gotin, ne tenê welatê ku sînorê xwe diparêze tê bîra meriv, welatê ku aştî û dîplomasiyê jî pêk tîne, tê bîra meriv. Dema alaya me ya sor a bi stêrk û hîv li çar aliyê cîhanê nermbinerm diheje, dost, xizm û birayên me xwe ewletir hîs dikin. Li ku derê zilm hebe, em li cem mezlûman û li dijî zaliman disekinin. Me rû neda zext û gefên kesên ji mirovahiyê bêpar in, ên ji ber sedemên cûrbecûr li kêleka zaliman disekinin. Me hewl da ku em zilmê bidin rawestandin."

Serokomar Erdogan got ku sicîla Tirkiyeyê paqij e û wiha dewam kir, "Ne di dîroka me û ne jî di kodên me yên çandî û şaristanî da, tu lekeyeke ku di mijara mafên mirovan da me şermî bike, tuneye." û wiha dewam kir: "Yên ku îro dersa maf û azadiyan didin me, sicîla me ji ya wan tevan paqijtir e. Em di tu dewra dîroka xwe da ji rê derneketin û sûcekî me yê veşartî jî tuneye."

Serokomar Erdogan bal kişand ser piştgiriya ku Tirkiyey dide Sûriyeyê û wiha got: "Em wekî Tirkiye û miletê Tirk bi hemû derfetên xwe va piştgiriyê didin înşa, îhya û xwevahatina Sûriyeyê û xwişk û birayên me yên Sûriyeyî. Gelê Sûriyeyê di saleke dawî da digel ewqas zehmetiyan û enqaza ku dîktatoriya Esad hişt, têkoşînê didin ku welatê xwe rakin ser piyan. Em pê kêfxweş dibin."

Serokomar Erdogan behsa mitabaqata 10ê Adarê kir û wiha axivî, "Bi sihûlet cîbicîkirina mitabeqetê, ewê hesabên mîhraqên şer ên ku ji bo Sûriyeyeke bêîstiqrar, parçekirî û bêhêz dixebitin, serûbino bike."

Serokomar Erdogan li ser Filistînê jî wiha got, "Li Filistînê sebra mezlûman wê bi serkeftinê encam bide, azadî û aştî wê were. Miheqeq Dewleteke Filistînê ya ku Qudsa Rojhilat paytextê wê ye, wê were avakirin"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.