Serokomar Erdogan: Li herêma me dewra terorê hatiye girtin
"Li herêma me dewra terorê hatiye girtin. Divê agirbest û peymana entegrasyona tam bê cîbicîkirin û tu kes dîsa nekeve pey hesabên xelet."
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Li herêma me dewra terorê hatiye girtin. Divê agirbest û peymana entegrasyona tam bê cîbicîkirin û tu kes dîsa nekeve pey hesabên xelet."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin, xîtabî gel kir.
Serokomar Erdogan bal kişand ku di kitêba wan da wê yekê tu wextî cih negirtiye ku ew herêmparêziyê bikin û însanên xwe li gorî nêrîna wan a siyasî, nijad û terciha dengê wan ji hev cuda bikin û wiha dewam kir:
"Hemû birayên me yên ku li 81 parêzgehên me dijîn di nezera me da layîqî hurmet û xizmeta di heman standardî da ne. Em nikarin serbajarê Tirkiyeyê li hêviya însafa zihniyeta ku welatiyên me bi hefteyan mehkûmî tîbûn û dorên avê kir, bihêlin"
Serokomar Erdogan der heqê geşedanên siyasî yên dereke da jî wiha got, "Ji bo ku Tirkiye bêyî qeza û bela ji vê serdema ba û boranê derbas bibe, em li ser tedbîrên îlawe yên divê bên wergirtin rawestiyan. Em ê bi polîtîkaya xwe ya derva va ya aştî û îstiqrarê ji xwe ra dike navend, dijderketina xwe ya beramberî her cure teşebusên ku herêma me ber bi nediyariyê dibe, bidomînin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew di wê baweriyê da ne, Sûriyeya yekbûyî û xwedan xaka yekparçe, ji bo refaha herêmê bivênevê ye û wiha dewam kir, "Ji bîr nekin ku Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Sûriye bêyî cudahiya Ereb, Tirkmen, Kurd, Nûsayrî, Sunnî û Durzî ya herkesî ye. Tevî hemû pêkhateyên xwe ya gelê Sûriyeyê ya birayê me ye.
Wekî welatekî ku birayê gelê Sûriyeyê ye û her wiha cîran û dostê wê yê roja teng e, em ê destûrê nedin tu teşebuseke ku vê yekê sabote bike. Min ji Brêz Şara ra îfade kir ku di têkoşîna wan a dijî terorê da Tirkiye timî li cem wan e û dê li cem wan be. Em ê gelê Sûriyeyê bi tenê nehêlin."
- "Li herêma me dewra terorê hatiye girtin"
Serokomar Erdogan bal kişand ku artêşa Sûriyeyê di çarçoveya emir komûtayê da tevgeriya, ezmûneke serkeftî encam da, xwe ji wan çalakiyan da alî ku dê wê bike rewşeke neheq û wiha dewam kir:
"Wisa dixuyê, çengek taşeronên dixwazin di nav dewletê da dewleteke din ava bikin ne tê da, gelê Sûriyeyê ji ber peymana duh pir kêfxweş e. Li herêma me dewra terorê hatiye girtin. Divê agirbest û peymana entegrasyona tam bê cîbicîkirin û tu kes dîsa nekeve pey hesabên xelet.
Xaka bi bereket a Sûriyeyê êdî ji êş, xwîn û hêsîran ra têr bûye. Ji niha û pê va êdî sûd û mefaya xwegirangirtin û kirina karên bêkêr ji tu kesî ra tuneye. Em dixwazin bêyî cudahiya nijadî, dînî û mezhebî êdî li herêmê xwîna ku diherike bisekine, kuştin û qetlîam bi dawî bibin."
- "Em ê nekevin dafikên li pêş me hatine danîn û prîmê nedin provokasyonan"
Serokomar Erdogan wiha axivî, "Bereksê kesên dixwazin me parçe bikin û me bikin dijminê hev, em ê ber bi paşeroja murefeh dest bi dest bimeşin. Ji bo dubarenebûna êşên sed sal berê, em ê nekevin dafikên li pêş me hatine danîn û prîmê nedin provokasyonan. Em ê înşelah pêşiyê welatê xwe dû ra jî herêma xwe ji nav lepê xwînî yê terorê ebeden xilas bikin."
Serokomar Erdogan der heqê Atlas Çaglayanê teweludê 2009an ê ku di 14ê Rêbendanê da li Gungorena Stenbolê hat kuştin da jî wiha got:
"Minguzzi çi be bûyera lawê me Atlas jî ew qasî em xemgîn kirin. Ev ne ew tişt in ku mirov bikaribe qebûl bike. Em dixwazin caniyên ku lawê me Atlas kuşt, di darazê da dersa pêwîst bistînin. Wekî Wezîrê Edaletê, hemû dezgehên edaletê û Wezareta Karên Navxweyî, cîbicîkirina ya pêwîst peywira me ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
