Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Li hemû dinyayê êdî hemleyên pîşesaziya parastinê ya Tirkan tê axaftin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Êdî li hemû dinyayê hemleyên pîşesaziya parastinê ya Tirkan tê axaftin. Serkeftinên ku me digel hemû ambargoyan bi dest xistin bi tu awayî tesadûf nînin."

Kaan Bozdoğan  | 19.09.2025 - Rojanekırın : 19.09.2025
Serokomar Erdogan: "Li hemû dinyayê êdî hemleyên pîşesaziya parastinê ya Tirkan tê axaftin"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ciwanên me bi helwestên xwe va, bi wêrekî û jixwebaweriya xwe va bi berhemên xwe yên pir xweş va kevirên Tirkiyeya mezin û xurt radixin."

Serokomar Erdogan beşdarî çalakiya roja sêyemîn a TEKNOFESTê ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandinê ya Global e û bi serkêşiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3ê va li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê tê lidarxistin, bû.

Serokomar Erdogan got ku "Ciwanên me bi helwestên xwe va, bi wêrekî û jixwebaweriya xwe va bi berhemên xwe yên pir xweş va kevirên Tirkiyeya mezin û xurt radixin."

Serokomar Erdogan bal kişand ku îsal digel 81 bajarên me ji 96 welatan 565 hezar tîm û milyonek û 200 pêşbaz beşdarî 64 pêşbaziyên cuda yên li TEKNOFEST Stenbolê bûn.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku êdî li hemû dinyayê hemleyên pîşesaziya parastina Tirkan tê axaftin û got ku "Serkeftinên ku me digel hemû ambargoyan bi dest xistin tu carî tesadûf nînin. Me hê nû dest bi nivîsîna destana xwe ya pîşesaziya parastinê kir. Înşeallah dê di heyama pêş me da em ê mizgîniyên ku hê bêtir serbilindiyê didin, bidin. Me di 27ê gulanê da qubeya pola ya ku bi tevahî ji 47 wesayîtan pêk tê li ser envantera xwe zêde kir û qonaxeke dîrokî ya din li pey xwe hişt."

Serokomar Erdogan got ku "Ez ji kujerên ku di destê wan da xwîna 65 hezar Xezeyiyan heye ra vê dibêjim. Quds ligel misilmanan rûmet, îzet û şerefa hemû mirovahiyê ye. Kitabeya Sîlvanê) Derketiye bêyî ku şerm bike hê jî ketiye pey kitabeyê. Ne ew kitabe em xîç û kevirekî Qudsa Şerîf jî nadin we. Kîjan hesabên binkol dikin bila bikin heta ku dewleta Filistînê ya li ser sînorên 1967an a serbixwe ya paytextê wê Qudsa Rojhilat e neyê avakirin dê doza me dewam bike."

Serokomar Erdogan diyar kir ku NSosyala çapemeniya civakî ya Tirkiyeyê kete xizmetê û got ku "Bikarhênerên NSosyalê gihaşt milyonek û 300 hezarî zedetir kesî, ev yek gelekî kêfxweşiyê dide."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.