Polîtîka

Serokomar Erdogan li ber Turkeviya li Amerîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin

- Serokomar Erdogan: - "(Sûriye) Bi Brêz Trump ra em ê li ser vê, hevdîtinan bikin. Lewra herêmê eleqedar dike. Ji bo me li Rojhilata Navîn her gaveke ku dê bê avêtin pir giring e. Van jî helbet divê em bi Brêz Trump ra biaxivin"

Merve Yıldızalp Yormaz  | 22.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Serokomar Erdogan li ber Turkeviya li Amerîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdoganê ku ji bo ku beşdariya Lijneya Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) û her wiha hin hevdîtinan, hat bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, li ber Turkeviyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Serokomar Erdogan tevî jina xwe Emîne Erdoganê ji Balafirgeha Navneteweyî ya John F. Kennedy derbasî Turkeviyê bûn.

Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê li ber Turkeviyê ji hêla qelebalixa amade va bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê li vir bi welatiyan ra qederekê sohbet kirin.

Serokomar Erdogan li ber Turkeviyê bi dû ra li ser pirsa rojnamegerekî ya der heqê hevdîtina wî û Serokê Amerîkayê Donald Trump da wiha got, "Bi Brêz Şara ra hevdîtinên me yên dualî dê çêbin. Her wiha bi Brêz Trump ra em ê li ser vê, hevdîtinan bikin. Lewra herêmê eleqedar dike. Ji bo me li Rojhilata Navîn her gaveke ku dê bê avêtin pir giring e. Van jî helbet divê em bi Brêz Trump ra biaxivin, pir giring in."

Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan paşê tevî heyeta bi wan ra derbasî Turkeviyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.