Serokomar Erdogan: "Komara Tirkiyeyê di her warî da bihêz e"
"Komara Tirkiyeyê di her warî da bihêz e û xwedî wê kapasîteyê ye ku her cûre êrîşan paşve bixe û destên qirêj ên ku dirêjî hebûna wê dibin bişkîne."
Ekip
09 Adar 2026•Rojanekirin: 10 Adar 2026
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Komara Tirkiyeyê di her warî da bihêz e û xwedî wê kapasîteyê ye ku her cûre êrîşan paşve bixe û destên qirêj ên ku dirêjî hebûna wê dibin bişkîne."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî gel kir.
Erdogan der barê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê da got ji bo ku pevçûn dawî bibin ew gelekî hewl didin û wiha axivî: "Ji roja ewil pê va em dîplomasiyeke zêde pêk tînin. Ji bo ku em ji krîzê ra rêyekê bibînin, me bi 16 serokan ra hevdîtin kir."
Serokomar Erdogan anî ziman ku pevçûn û şer bandorê li ser herêmê dike, lê Tirkiye bi saya veberhênan, tevdîr û gavên ku diavêje va bi xetereyan ra rû bi rû namîne û wiha axivî: "Bi saya veberhênanên ku me di ewlehiya dabînkirina vejenê da kirin, peymanên ku me îmze kirin û tevdîrên ku me dîtin, em bi tu xetereyan ra rû bi rû nînin. Bi saya gavên ku me bi nêrîneke proaktîf avêtin, bazarên me bi awayekî saxlem dixebitin. Lijneya Piyasaya Sermayeyê û Borsaya Stenbolê ji bo ku xebata piyaseyan bi ewle be, bi lez û bez verastkirinan xistin rewacê."
Erdogan destnîşan kir ku li ser sînorên welêt niha tu pirsgirêk tune û wiha dewam kir: "Niha li ser sînorê me tu pirsgirêk an jî tevgerek tune. Me li ser sînor, li deriyên sînor û li bajarên me yên têkildar tevdîrên xwe yên pêşîlêgirtinê zêde kirin. Komara Tirkiyeyê di her warî da bihêz e û xwedî wê kapasîteyê ye ku her cûre êrîşan paşve bixe û destên qirêj ên ku dirêjî hebûna wê dibin bişkîne."
Der barê armanca Tirkiyeya Bêteror da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Divê kes hesabekî şaş neke û nekeve dafika şebekeya qetlîama Sîyonîst ya ku dixwaze bira li bira bide kuştin. Ez tekez dikim ku em li dijî her senaryoyê ya ku pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror xera bike û zirarê bide aştî û îstîqrara herêma me ne."
Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel rexne kir û wiha axivî: "Ew kesên ku armancên xwe yên siyasî li pêş dahatûya neteweya xwe digirin, ne li cem me û ne jî li cem neteweya me qet rêzê nabînin."