Serokomar Erdogan ji hêla Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin
- Serokomar Erdogan hevdîtina xwe ya bi Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ra têkiliyên dualî, vejen, pîşesaziya parastinê, mijarên herêmî û navneteweyî guftûgo kir.
Suudi Arabistan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Riyada paytextê Erebistana Siûdî ya ku ji bo ziyareta fermî hatê ji hêla Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Serokomar Erdogan li daketina Qesra Yemameyê ji hpla Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman va hat pêşwazîkirin, paşê sirûdên neteweyî yên herdu welatan hat lêxistin.
Erdogan û Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman heta ber daketina avahiyê sohbet kirin.
Piştî teqdîma heyetên herdu welatan Serokomar Erdogan û Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman li Qesra Yemameyê hatin bal hev û beşdarî hevdîtina di navbera heyetan da bûn.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Selman da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Riyada ku ji bo ziyareta Erebistana Siûdî lê ye bi Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di hevdîtinê da têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî da, vejen, pîşesaziya parastinê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan got di serî da vejena dikare bê nûkirin û pîşesaziya parastinê biryardar in ku bi pêngavên nû yên dê bên avêtin va têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî da hê bêtir pêş bixin.
Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye ji bo ku li Filistînû aştiya mayînde bê pêkanîn û ji bo ji nû va avakirina Xezeyê hewldanên xwe didomîne, ji bo dawî li qeyrana însanî bê divê hewldan bên zêdekirin.
Serokomar Erdogan got ku parastina yekîtiya axa Sûriyeyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê dê ji bo herêmê jî bi kêr bê, piştgiriyên Tirkiyeyê yên ji bo îstiqrara Sûriyeyê dê di gelek qadan da dewam bike, ji bo ji nû va avakirina Sûriyeyê dê bi Erebistana Siûdî ra di nav hevkariyê da bixebitin.
Di hevdîtinê da her wiha rewşa dawîn a li Yêmenê û geşedanên li Rojhilatê Afrîkayê bi berfirehî hatin guftûgokirin û di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî da 4 peyman hatin îmzekirin û daxuyaniya hevpar hat weşandin.

