Polîtîka

Serokomar Erdogan: Ji bo parastina Welatê Kesk em şev û roj di amadebaşiyê da ne

"Me 3 hezar û 62 şewatên daristanan ên ku li welatê me ji serê havînê û vir va derketin, bi temamî temirandin"

İrem Demir  | 28.07.2025 - Rojanekırın : 28.07.2025
Serokomar Erdogan: Ji bo parastina Welatê Kesk em şev û roj di amadebaşiyê da ne

Istanbul

Serokomar Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji bo parastina Welatê Kesk a dijî şewatên daristanan ew bi 27 balafir, 105 helîkopter, nêzîkî 6 hezarî wesayîtên bejayî, 25 hezar xebatkarên daristanan, 132 hezar jî xwebexşan va di amadebaşiyê da ne.

Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Tirkiye li dijî şewatên daristanan ji bejayê û ji asîman têkoşîneke mezin dimeşîne û wiha got:

"Em bi 27 balafir, 105 helîkopter, nêzîkî 6 hezarî wesayîtên bejayî, 25 hezar xebatkarên daristanan, 132 hezar jî xwebexşan va di amadebaşiyê da ne. Wezareta me ya Çandinî û Daristanê di serî da hemû saziyên me yên eleqedar di kordînasyona AFADê da xebatên xwe didomînin. Me 3 hezar û 62 şewatên daristanan ên ku li welatê me ji serê havînê û vir va derketin, bi temamî temirandin. Ez ji bo hemû birayên xwe yên ku di têkoşîna dijî şewatê da şehîd bûn, ji Xwedê rehmetê niyaz dikim. Bira rihê wan şad bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.