Serokomar Erdogan: "Ji bo endamtiya YEyê em dikarin di demeke kurt da gavên girîng bi dest bixin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya li Yekîtiya Ewropayê (YE) wiha got, "Heger îradeya biryardar ya ku Tirkiye nîşan dide li cem YEyê bersivekê bibîne, em dikarin di demeke kurt da gavên girîng bi dest bixin."
Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokwezîrê Almanyayê Frîedrîch Merz ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Serokomar Erdogan ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya li Yekîtiya Ewropayê (YE) wiha got, "Heger îradeya biryardar ya ku Tirkiye nîşan dide li cem YEyê bersivekê bibîne, em dikarin di demeke kurt da gavên girîng bi dest bixin."
Erdogan destnîşan kir di hevdîtina bi Serokwezîrê Almanyayê Merz ra careke din piştrast kirine ku civaka Tirk ya li Almanyayê nirx û dewlemendiya wan ya hevpar e û wiha axivî, "Min girîngiya em didin têkoşîna dijî dijberiya biyaniyan û Îslamê ku li Ewropayê zêde bûye û gihîştiye asta nijadperestiyê, diyar kir."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Almanya li Ewropayê ji bo Tirkiyeyê şirîkê bazirganiyê yê herî mezin e û got ku em dixwazin bazirganiya xwe ya ku gihîştiye 50 milyar dolarî derxin 60 milyar dolarî.
Erdogan destnîşan kir li Ewropayê şertên ewlehiyê guherîne û got ku divê em zehmetiyên di warê peydakirina berhemên pîşesaziya parastinê da li paş bihêlin û bala xwe bidin projeyên hevbeş.
Serokomar Erdogan diyar kir ku girîngiya ku Almanya dide hevrêziya bi wan ra ya di mijara Sûriyeyê da baş dizanin û wiha peyivî, "Em girîng dibînin ku ji bo çareseriyeke adil û mayînde ya der barê vî şerî (Ukrayna-Rûsyayê) da hewldanên diplomatîk bidomînin."
Erdogan di axaftina xwe da got min nêrînên me yên li ser pêşîgirtina li ser dubarebûna vê wehşetê û çareseriya dudewletî ku mifteya aştiya mayînde ya herêmê ye, ji Merz ra ragihand û wiha dewam kir, "Di destê Hemasê da ne bombe û ne jî çekên nukleerî hene, lê yên Îsraîl hene. Îsraîlê duh ew ji bo êrîşî Xezeyê bi kar anîn. Almanya vê yekê nabîne? (Îsraîl) Bi êrîşkirina dijî Xezeyê her tim hewl daye ku bi birçîbûn û qirkirinê wê terbiye bike û ev yek hîn jî berdewam dike. Divê em Xaça Sor ya Almanyayê û Heyva Sor ya me bikin dewrê û dawî li komkujî û birçîbûna li Xezeyê bînin. Çawa em dixwazin şerê Rûsya-Ukraynayê biqede, em dixwazin şerê Îsraîl û Xezeyê jî biqede. Tirkiye û Almanya dikarin li ser vê yekê bi hev ra bixebitin."
Serokomar Erdogan der barê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê da got, "Heger bi Krîterên Kopenhagenê nêzîkî Tirkiyeyê bibin, em ê jî bi Krîterên Enqereyê derkevin. Em ê bi Krîterên Enqereyê deriyên xwe ji bo Ewropa û cîhanê vekin."
Erdogan li ser pirsa der barê lêpirsînên dijî Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê da got, "Hûn di kîjan meqamê da dibin bibin heger hûn hiqûqê binpê bikin di dewleta darazê da meqamên darazê çi hewce bike neçar in ku bikin."
Serokwezîrê Almanyayê Merz got, "Em dixwazin Tirkiyeyê di nava Yekîtiya Ewropayê da bibînin"
Merz diyar kir wê di warê polîtîkayên ewlehiyê da bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bikin.
Merz ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya li Yekîtiya Ewropayê (YE) wiha got, "Em dixwazin Tirkiyeyê di nava Yekîtiya Ewropayê da bibînin."
Serokwezîrê Almanyayê Merz got ku Tirkiye di hemû mijarên polîtîkaya derva û ewlehiyê da yên ku me meşxûl dikin, aktorekî pir girîng e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
