Serokomar Erdogan ji bo Civîna Wezîrên Veguhastinê yên Teşkîlata Hevkariya Îslamî vîdyopeyamek şand
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Cîhana Îslamî li ser vê erdnîgariya berfireh bi korîdorên siruştî, serjimêreke dînamîk û ciwan û bazarên ku bi lez mezin dibin, serdest e. Lêbelê ji bo ku bi tevahî ev potansiyela mezin were fêmkirin û avantajên erdnîgarî veguherînin hêzeke stratejîk, torên veguhastinê yên bikêrhatî, pêbawer û yekgirtî hewce ne."
Serokomar Erdogan ji bo Civîna Wezîrên Veguhastinê yên Teşkîlata Hevkariya Îslamî vîdyopeyamek şand.
Erdogan ji Xwedê xwest ku ev civîn ji bo cîhana Îslamê û hemû mirovahiyê bereketê bîne û got, "Ez bi xêrhatina her mêvanekî me yê ku ji deverên cuda yên cîhana Îslamê hatiye Stenbolê dikim; we bi hebûna xwe em rûmetdar kirin."
Serokomar Erdogan tekez kir ku di serdemekê wisa ra derbas dibin ku mesafeyên erdnîgarî giringiya xwe wenda kirine, lê girêdanên stratejîk ji her demê bêtir nirx bi dest xistine û got:
"Konferansa yekem a Rêxistina Hevkariya Îslamî li ser veguhastinê, nêzîkî 40 sal berê hate lidarxistin. Di vê serdemê da aboriya cîhanê, rêyên bazirganiyê, navendên hilberînê û teknolojiyên veguhastinê veguherîneke radîkal derbas kirin. Veguhastin ji hêsankirina tevgera kelûpel û mirovan wêdetir bûye yek ji hêmanên bingehîn ên pêşkeftin, pêşbazî û yekbûna herêmî. Cîhana Îslamî ji Asyayê heta Afrîkayê, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, li ser vê erdnîgariya berfireh bi korîdorên siruştî, serjimêreke dînamîk û ciwan û bazarên ku bi lez mezin dibin, serdest e. Lêbelê ji bo ku bi tevahî ev potansiyela mezin were fêmkirin û avantajên erdnîgarî veguherînin hêzeke stratejîk, torên veguhastinê yên bikêrhatî, pêbawer û yekgirtî hewce ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
