Serokomar Erdogan ji bo Civîna Serokan a G20ê wê here Afrîkaya Başûr
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 20emîn Civîna Serokên G20ê ya ku wê di 22-23ê Mijdarê da li Johannesburgê were lidarxistin bibe here Afrîkaya Başûr.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê derbarê serdanê da ev agahî parve kirin:
"Birêz Serokomarê me wê di civîna ku di bin mijara sereke ya 'Hevgirtin, Wekhevî, Berdewamî'yê da bê lidarxistin da wê di çend rûniştinan da biaxive. Her wiha tê payîn ku Birêz Serokomarê me, bi wesîleya civînê Serokomarê Komara Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa di serî da bi Serokên G20ê û nûnerên saziyên navneteweyî ra jî bicive."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
