Polîtîka

Serokomar Erdogan: Hêvî dikim ku îqlima ya Newrozê ji me ra anî, ji bo dinyaya me bibe wesîleya hêvî, hizûr û aştiyê

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Serokomar Erdogan: Hêvî dikim ku îqlima ya Newrozê ji me ra anî, ji bo dinyaya me bibe wesîleya hêvî, hizûr û aştiyê

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez Newroza xwişk û birayên me yên Sûriyeyî, Iraqî û Îraniyên ku van rojan di nava pirsgirêkên şer da ne, pîroz dikim û hêvî dikim ku ev roja watedar bibe wesîleya bidawîbûna şerên li herêmê."

Serokomar Erdogan ji Bernameya 21ê Adarê Roja Bibîranîna Newrozê ya ku li Gazîentabê di Salona Sporê ya Kamîl Ocak da hat lidarxistin ra peyama bivîdeo şand.

Erdogan di peyama xwe da Cejna Newrozê pîroz kir û wiha got, "Digel 81 wilayetên me, li çar aliyên alema Tirkan ra em bi heman hestê li dora agirê Newrozê dicivin. Wekî gaveke xurtkirina vê hestê me Newroz ji bo me hemûyan kir rojeke hevpar. Di sala 2026an da wekî xurtkirina vê yekê înşeallah em ê li Tirkiyeyê mazûvaniya Lûtkeya 13emîn a Meclisa Malbatê bikin. Digel welatiyên me, ji Azerbeycanê bigire heta Qazaxistan, ji Qirxizistanê heta Ozbekistanê, ji Tirkmenistanê heta Komara Tirk a Bakurê Qibrisê û heta Macaristanê ez Cejna Newrozê ya hemû dost û birayên me pîroz dikim. Her wiha ez Newroza xwişk û birayên me yên Sûriyeyî, Iraqî û Îraniyên ku van rojan di nava pirsgirêkên şer da ne, pîroz dikim û hêvî dikim ku ev roja watedar bibe wesîleya bidawîbûna şerên li herêmê. Hêvî dikim ku îqlima biharê ya ku newrozê ji me ra anî, ji bo me bibe wesîleya hêviyê, ji civakên me ra hizûrê û ji dinyaya me ra aştiyê bîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.