Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Hêviya me ew e ku hevpeymanên me bi awayekî tam palpiştê Tirkiyeyê bin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Hêviya me ew e ku hevpeymanên me tevde hesabên siyasî yên teng deynin aliyekî û bi awayekî tam palpiştê Tirkiyeyê bibin."

Mehmet Tosun  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Serokomar Erdogan: "Hêviya me ew e ku hevpeymanên me bi awayekî tam palpiştê Tirkiyeyê bin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Berpirsyariyên NATOyê yên di warê parastina îstiqrara kurewî de zêde bûne."

Erdogan li Brukselê piştî Lûtkeya NATOyê civîneke çapemeniyê li dar xist. 

Erdogan got, "Berpirsyariyên NATOyê yên di warê parastina îstiqrara kurewî de zêde bûne. Dem ne ew dem e ku ji ber berpirsyariyan birevin, dem dema hilgirtina berpirsyariyê ye. Ji Deryaya Spî heta Deryaya Reş, ji Ewropayê heta Asyayê, pêdivê li her cihekî ku pêdivî bi sîwanka ewlekariyê ya NATOyê hebe, hevpeymanî roleke aktîf bistîne."

Serokomar Erdogan anî ziman ku di Lûtkeya NATOyê de komele biryar sitendine û got, "Me NATO di warê eskerî de anî rewşeke desthilatdartir, herwiha me di rêya wê yekê de biryar dan ku em ji aliyê siyasî ve jî wê bikin serwer. Di xîtabên xwe yên lûtkeyê de jî di dîdarên xwe yên dualî de jî me eşkere anî ziman ku pêdivê piştevaniya ji bo PYD/PKKê êdî bi dawî bibe."

Erdogan herwiha got, "Hêviya me ew e ku hevpeymanên me tevde hesabên siyasî yên teng deynin aliyekî û bi awayekî tam palpiştê Tirkiyeyê bibin. Di mijra terorê de cihêkariya di navbera rêxistinan de, ew têgiştina polkirina terorîstên baş-xirap, mixabin hê berdewam e. Eşkere ye ku helwesteke wisa bi du rûyan terorê naqedîne, bi bervajî wêrekiyê dide rêxistinên terorê."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi saya operasyonên Tirkiyeyê yên deresînor, zêdetir ji 8 hezar û 200 kîlometroçarçik qad ji terorê hatiye paqijkirin.

Erdogan derbarê civîna digel Serokê DYAyê Joe Biden de wiha got, "Me lihev kir ku em qenalên diyalogê rasterast vekirî bihêlin û herwiha bi awayekî rêkûpêk û çalak bikar bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın