Serokomar Erdogan: Hişmendiya jîngehê hişmendiya welêt e
Serokomar Erdogan got ku "Hişmendiya jîngehê hişmendiya welêt e, di heman demê da hişmendiya hebûnê ye.Hişmendiya jîngehê hişmendiya avakirina pêşerojê ye"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hişmendiya jîngehê hişmendiya welêt e, di heman demê da hişmendiya hebûnê ye.Hişmendiya jîngehê hişmendiya avakirina pêşerojê ye."
Serokomar Erdogan li Navenda Çandê ya Ataturkê di "Bernameya Nasandina Weqfa Cemreyê" da axivî.
Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe da got ku "Ez pîrozbahiyê li we û Weqfa Cemreyê dikim ku we xwe ji bo welatê xwe xwe, neteweya xwe û hemû mirovahiyê weke çirayeke hêviyê feda kiriye."
Serokomar Erdogan bal kişand em di serdemeke wisa da ne ku divê em hewlên xwe yên li ser pirsgirêkên jîngehê zêde bikin û bêtir mirovan, bi taybetî ciwanan, seferber bikin û wiha axivî:
"Îro, hemû cîhan di warê jîngeh û avhewayê da, bi ezmûnên mezin ra rûbirû ye. Li ku dera cîhanê bin jî, piştguhkirina qeyrana avhewa û jîngehê mimkun nîne, tiştekî rast jî nîne. Hişmendiya jîngehê hişmendiya welêt e, di heman demê da hişmendiya hebûnê ye.Hişmendiya jîngehê hişmendiya avakirina pêşerojê ye. Em ji bo ku tebîetê bipatêzin, ji bo nifşên bê Tirkiyeyeya şertên jiyanê baştir, xweşiktir, paqijtir e bihêlin gelekî dixebitin. Me vejena ba û tavê belav kir û para vejena xwe nû dike ya di nav hêza avakirî ya bi tevahî da derxist ji sedî 62yan. Em di nav welatên ku herî zêde daran diçîne de, li Ewropayê di nav welatên ku hebûna daristanan herî zêde dikin da di rêzên ewil da ne.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew di projeyên jîngehê da qet cudakariya siyasî nakin û got ku "Em piştgiriyê didin her gavekê ku jîngehê diparêze, siruştê xweş dike û beşdarî hewldanên me dibe.Deriyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê bo her kesî vekirî ne; deriyên me ji bo kesên ku dixwazin ji welatê xwe, gelê xwe û bajarê xwe ra xizmetê bikin vekirî ne. Parastina jîngehê ne girêdayî partiyekê ye, amadekariya ji bo karesatan jî ne îdeolojîk e. Em piştgiriyê didin yên ku kar dikin û xizmetê dikin."
Serokomar Erdogan got ku "Me mazuvaniya COP31ê hilda ser xwe. Em ê îsal li Antalyayê nêzî 200î welatan biezimînin, înşeallah bibêjin ku 'Êdî ne wextê gotinê ye, wextê kirinê ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
