Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Heyva me ya Sor xwîşk û birayên me yên Xezeyî qet bi tenê nehişt"

Ekip  | 05.05.2025 - Rojanekırın : 05.05.2025
Serokomar Erdogan: "Heyva me ya Sor xwîşk û birayên me yên Xezeyî qet bi tenê nehişt"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Heyva me ya Sor ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va ji dema ku êrîşên hovane yên Îsraîlê dest pê kirin, xwîşk û birayên me yên Xezeyî qet bi tenê nehişt."

Serokomar Erdogan li ATO Congresîumê beşdarî Lijneya Giştî ya Heyva Sor bû.

Erdogan anî ziman ku kingê li cihekî alîkarî hewce bike, Heyva Sor a Tirk digîhêje hewarê û wiha axivî: "Kîngê çav li Hîlala Ehmer geriyabin, Heyva Sor a Tirk bi hemû derfetên xwe li wir amade bûye. Heyva Sor a ku di 2005an da bi tenê ji sedî 19ê pêwîstiya xwînê ya welatê me peyda dikir, îro ji sedî 97ê pêwistiyê peyda dike ku ev pir giring e. Heyva me ya Sor a ku di sala 2024an da li nav welêt xwe gîhand 33 milyon kesî, li dervayî welêt jî xwe gîhand ji 14 milyonî zêdetir kesî wezîfeya xwe baş dike."

Serokomar Erdogan anî ziman ku Heyva Sor a Tirk qet dev ji gelê Xezeyê bernedaye û wiha dewam kir: "Heyva me ya Sor ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va ji dema ku êrîşên hovane yên Îsraîlê dest pê kirin, xwîşk û birayên me yên Xezeyî qet bi tenê nehişt."

Der barê xebat û fikra veguherîna bajêr da jî Serokomar Erdogan wiha got: "Di vê mijarê da êdî em nikarin wextê xwe bi kaprîsên tu kesî ra xerc bikin."

Erdogan daxuyand ku di bikaranîna alîkariyan da divê hesas bê tevgerîn û wiha dewam kir: "Di bikaranîna çavkaniyên ku ji hêla gel va hatine dayîn da, hesasiyet divê zêde be. Ev hem ji bo dewlet, hem ji bo şaredarî û hem jî ji bo saziyên alîkariyê derbasdar e. Em nikarin destûrê bidin ku siya tu gumanekê bikeve ser xebatên xêr û hesenatê ku bi pêbaweriya dualî tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.