Serokomar Erdogan: "Hevdîtinên Stenbolê di hewldanên çareseriya dîplomatîk da merhaleyeke girîng pêk tîne"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê şerê Rûsya-Ukraynayê da got ku "Di heyameke ku bandorên şer yên ji quwet dixe zêde bûne da hevdîtinên Stenbolê di hewldanên çareseriya dîplomatîk da merhaleyeke girîng pêk tîne."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê şerê Rûsya-Ukraynayê da got ku "Di heyameke ku bandorên şer yên ji quwet dixe zêde bûne da hevdîtinên Stenbolê di hewldanên çareseriya dîplomatîk da merhaleyeke girîng pêk tîne."
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokomar Erdogan der barê şerê Rûsya-Ukraynayê da got ku "Di heyameke ku bandorên şer yên ji quwet dixe zêde bûne da hevdîtinên Stenbolê di hewldanên çareseriya dîplomatîk da merhaleyeke girîng pêk tîne. Em di wê baweriyê da ne ku pêvajoya Stenbolê heke bi naverokeke berfireh bi awayê ku pirsgirêkên êdî bûne akût hel bike bikeve dewrê dê bi kêr bê. Em hêvî dikin ku hemû hevkarên me yên ku dixwazin xwîna li herêmê diherike raweste jî ji bo pêvajoya Stenbolê helwesteke erênî nîşan bidin."
Serokomar Erdogan got ku "Em wek Tirkiye her tim amade ne ku bi Rûsyayê ra pêşniyazên ku pêşiyê dê lez bide agirbestê û pêşî li aştiya adil û mayinde veke guftûgo bikin."
- "Helwesta bi prensîb a Tirkiyeyê ya der barê şerê bi Rûsyayê ra ji bo Ukraynayê gelekî girîng e"
Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî got ku "Helwesta bi prensîb a Tirkiyeyê ya der barê şerê bi Rûsyayê ra ji bo Ukraynayê gelekî girîng e. Ez ji ber ku piştgiriyê dide serdestî û serxwebûna Ukraynayê dixwazim ku spasiya Tirkiyeyê bikim."
Zelenskiy her wiha got ku "Baweriya me bi hêza dîplomasiya Tirkan û jêfehmiya wê ya li Moskovayê heye. Em hêvî dikin ku heta dawiya salê pevguherînên dîlan ji nû va bidin destpêkirin. Tirkiye di vê mijarê da piştgiriyeke mezin dide."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
