Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Heta ku em Tirkiyeyê ji belaya terorê ya cudaxwaz xelas bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Ekip  | 25.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Serokomar Erdogan: "Heta ku em Tirkiyeyê ji belaya terorê ya cudaxwaz xelas bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Heta ku em Tirkiyeyê ji belaya terorê ya cudaxwaz xelas bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Meydana Aştiyê ya Kadeşê ya Çorumê hat lidarxistin da bangî gel kir.

Serokomar Erdogan kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew li Çorumê ye û ji bo hilbijartina 31ê Adarê ji gel piştgirî xwest.

- "Em ê têkoşîna xwe ya dijî terorê bidomînin"

Erdogan behsa têkoşîna dijî terorê kir û wiha axivî: "Gotin Elewî-Sunî û xwestin me perçe bikin. Gotin Kurd-Tirk û hewl dan ku di navbera me da nifaqê derxin. Gotin laîk-dijelaîk û hewl dan aştiya me ya civakî xera bikin. Mixabin di van hinekan da bi ser ketin. Rêya darbeya 1980, midaxaleya 28ê Sibatê ji ber yên ku kes nizane kî ne vebû."

Serokomar Erdogan anî ziman ku bi bûyerên Geziyê, hewldana darbeyê ya FETOyê û êrîşên DEAŞê va gelek lîstik hatin lîstin û wiha dewam kir: "Me bi operasyonên li Sûriyeyê va hemû êrîşan têk bir, lîstikan xirab kir û planên perçekirina welêt serobino kir. Li Gabarê, Tendurekê û Bestler Derelerê me şikeftên terorîstan li ser serê wan da hilweşand. Niha em dibînin ku rêxistinên terorê ji bo revê cihekî digerin. Em niha 300-350 kîlomêtro dûrî sînorê xwe bi balafirên bêmirov va xayînan tesbît dikin û dinyayê ser serê wan da hildiweşînin. Heta ku em Tirkiyeyê ji belaya terorê ya cudaxwaz xelas bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

- "Ez ji miletê me dixwazim ku bila ji me bawer bikin"

Serokomar Erdogan der barê xebatên ji bo aboriyê û daxistina enflasyonê tên kirin da got divê gel bi wan bawer bike û wiha dewam kir: "Em bi bernameya xwe ya aboriyê ya ku li ser baş hatiye xebitandin û kadroya xwe ya bihêz va baş dizanin ku em çi dikin. Me berî niha enflasyon çawa daxist reqamên kit, înşeallah em ê heman tiştî dîsa bikin û bi ser kevin. Ez ji miletê me dixwazim ku bila ji me û ekîba me ya aboriyê bawer bikin."

- "Ne diyar e ku ew partiya sereke ya mixalefetê ye"

Erdogan partiya mixalefetê CHPyê jî rexne kir û wiha axivî: "Ne diyar e ku ew partiya sereke ya mixalefetê ya vî welatî ye an "karteleke" ku karên ne meşrû dike ye. Tekane karê ku ev dikarin bikin, bi pereyê dereqanûnî çêkirina bircan e. Bi balyeyên dolar û ewroyan ku nikarin bêjin ji ku anîne va 6-7 kes bircan çêdikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın