Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Heta ku em bigîhîjin armanca xwe ya Sedsala Tirkiyeyê, ev rêwîtî wê qet bi dawî nebe"

Ekip  | 20.05.2025 - Rojanekırın : 20.05.2025
Serokomar Erdogan: "Heta ku em bigîhîjin armanca xwe ya Sedsala Tirkiyeyê, ev rêwîtî wê qet bi dawî nebe"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Heta ku em bigîhîjin armanca xwe ya Sedsala Tirkiyeyê, ev rêwîtî wê qet bi dawî nebe. Piştî ku em bi rehetî ji xaçerêya Tirkiyeya Bêteror derbas bibin, em ê pir zûtir bigihîjin menzîla Sedsala Tirkiyeyê."

Serokomar Erdogan ji ber 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê li Pirtûkxaneya Milet a Serokomariyê bi ciwan û werzişvanên neteweyî ra hat bal hev.

Erdogan ji ber serkeftinên wan ciwanan pîroz kir û wiha axivî: "Hûn şanaziya Tirkiyeyê ne. Hûn çavkaniya baweriya miletê me ne. Her yek ji we çavkaniya şanaziya vê axê û kevirên sereke yên dahatûya me ne. Xwedê rêya we jî, bextê we jî û hişê we jî veke."

Serokomar Erdogan anî ziman ku ew ê bigîhêjin armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror û wiha axivî: "Heta ku em bigîhîjin armanca xwe ya Sedsala Tirkiyeyê, ev rêwîtî wê qet bi dawî nebe. Piştî ku em bi rehetî ji xaçerêya Tirkiyeya Bêteror derbas bibin, em ê pir zûtir bigihîjin menzîla Sedsala Tirkiyeyê."

Erdogan got ew ê Tirkiyeyeke ku ewlehî, aramî û refah lê heye emanetî ciwanan bikin û wiha dewam kir: "Wek berhema me ya herî mezin înşallah em ê Tirkiyeyeke ku ewlehî, aramî û refah lê heye û bermayiyeke terorê jî lê tune be, emanetî we bikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hewcedarî bi qanûneke bingehîn a nû heye û wiha got: "Em êdî nikarin bi qanûna bîngehîn a 20 sal berê ra bimeşîn. Qanûneke nû û em ê bi hev ra vê çêbikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.