Serokomar Erdogan: "Her kî dijî jin û zarokan şîdetê bi kar tîne, zilmê dike ji însaniyetê nesîbê xwe hilnedaye"
Serokomar Erdogan got ku "Her kî dijî jin û zarokan şîdetê bi kar tîne, zilmê dike ji însaniyetê nesîbê xwe hilnedaye"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez silavên xwe ji dayikên Îranî yên ku zarokên xwe yên keçîn ên ku bi hembêz kirin û şandin dibistanê lû îro niha gorên wan hembêz dikin ra dişînim. Ez li ser navê jinên li welatê me car din sersaxiyê didin wan û dibêjim ku em ji dil êşa wan parve dikin."
Serokomar Erdogan beşdarî bernameya fitarê ya ku ji ber "Roja Jinan a Dinyayê ya 8ê Adarê" bi mijara "Di Pêşketina Domdar da Hemleya Jinan" li otûleke li Şîşliyê hat lidarxistin bû û di bernameyê da axivî.
Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe da got ku "Ez ji niha va 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê ya hemû jinên ku wek dayik, hevser, xwîşk, rêheval û ewlad wateyê didin jiyana me pîroz dikim." û axaftina xwe wiha domand:
"Ez silavên xwe ji dayikên Îranî yên ku zarokên xwe yên keçîn ên ku bi hembêz kirin û şandin dibistanê lû îro niha gorên wan hembêz dikin ra dişînim. Ez li ser navê jinên li welatê me car din sersaxiyê didin wan û dibêjim ku em ji dil êşa wan parve dikin. Îro mixabin ku di serî da herêma me li cihên cuda yên dinyayê pevçûn hene. Herî zêde jin êşa vê dikşînin. Ji 72 hezarî zêdetir Xezeyiyên ku Îsraîlê seranserê 2 rojan li Xezeyê qetil kirin piranî jin û zarokên mesûm in."
Serokomar Erdogan bal kişand ku "Tirkiye di serê wan welatan da tê ku ji hawirdora xwe ya nêz dest pê dike û bertek nîşanî van bêedaletî û zilma li cihên cuda yên ser rûyê erdê diqewime, dide."
Serokomar Erdogan got ku "Cihêkariya nijad, cihûkariya mezheb û eslê digel ku di kitêba me da nanivîse cihêkariya zayendê jî di kitêba me da cî nagire." û destnîşan kir ku hewcehiya însaniyetê ye ku dijî wê derkevin ku çerxa xeridariya kurewî keda jinan bixwe, jinê wekî malekê bibîne.
Serokomar Erdogan got ku "Her kî dijî jin û zarokan şîdetê bi kar tîne, zilmê dike ji însaniyetê nesîbê xwe hilnedaye."
Erdogan bal kişand kesên ku jin û mêran di nav paranteza zayendparêz da hepis dikin ya rast rastiya ku herdu jî mirov in bincil dikin û got ku "Rêjeya xebatkarên kamuyê yên jin tenê di 12 salên dawîn da ji sedî 34,2yan derket 43,38an. Em ji piraniya welatên kesên ku bi dirûşmeya "peyman dide jiyandin" ya ku tu bingeha wê tune hikûmeta me rexne dikin, ji me re mînak nîşan didin, li cihekî baştir in."
Serokomar Erdogan destnî,şan kir ku maweya îznên welidînê yên dayikên ku di kamu û sektora taybet da dixebitin ji 16 hefteyan derdixînin 24 hefteyan û got ku "Em armanc dikin ku îzna bavitiyê ya bavên ku di sektora taybet da dixebitin jî wekî ya di kamuyê da ji 5 rojan derxînin 10 rojî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
