
Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em bi tu awayî êrîşên Îsraîlê yên ketine dirûvê cezakirina komî û sûcê şer teşkil dikin qebûl nakin."
Serokomar Erdogan li Cezayîra ku ji bo hevdîtinên fermî lê ye, li Qesra Serokomariyê tevî Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbûn di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.
Serokomar der heqê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeya dorpêçkirî da wiha axivî:
"Em bi tu awayî êrîşên Îsraîlê yên ketine dirûvê cezakirina komî û sûcê şer teşkil dikin qebûl nakin. Hedef girtina nexweşxane, îbadetxane, dibistan, mekanên ku divê di her rewşê da bên parastin, ji bo ku koç bike zordayîna gel bêwiijdanî ye, hovîtî ye."
Serokomar Erdogan her wiha destnîşan kir ku pêşaniya wan ew e ku li Xezeyê agirbesta mayînde pêk bê û alîkariyûn mirovî bêasteng bigihêjin herêmê.
- "Heta ku pirsgirêka Filistînê negihêje çareseriya siyasî, li herêmê aştî ne pêkan e"
Serokomar Erdogan bal kişand, heta ku pirsgirêka Filistînê negihêje çareseriyeke siyasî ya adil mimkûn nîne ku li herêma me aşteyeke mayînde û îstiqrar pêk bê û wiha got, "Li ser sînorên 1967an tesîskirina dewleteke Filistînê ya ku paytextê wî Qudsa Rojhilat e jênerev e. Em ê di vê çarçoveyê da çi ji destê me tê bikin"
Serokomar Erdogan ji bo hevdîtinên der barê îadekirina rehîneyan da jî wiha axivî, "Hem Wezîrê min ê Karên Derva, hem Serokê min ê MÎTê bi Qeterê ra bi xebateke hevpar pêvajoyê didomînin. Hêviya me ew e ku em demildest di veguhestina van rehîneyan da bigihêjin encamê. Em her dem hevdîtinan dikin û hêviya me ew e ku em encamên erênî bi dest bixin."
Ji aliyekî din va Serokomar Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbûn jî di axaftina xwe da destnîşan kir ku wî û Serokomar Erdogan, wan destnîşan kir ku divê berpirsyarên komkujiya li Xezeyê li Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî bên darizandin. Ji 75 salan va cara ewil kesên (Îsraîl) vî sûcî dikin dê derxînin pêşberî edaletê. Me (digel Serokomar Erdogan) rawestandina terora niştecihên cihû yên li Şerîaya Rojava jî destnîşan kir."
Serokomarê Cezayîrê Tebbûn bal kişand ku Rojhilata Navîn wekî hêtûnê ye û wiha dewam kir, "Yan dê ev pirsgirêk (Filistîn) bê çareserkirin yan jî dê di mecrayeke din da pêş bikeve."