Serokomar Erdogan: "Em ê heya dawiya vê hefteyê pêşwaziya şandeya DEMê bikin û biaxivin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê hevdîtina xwe ya bi şandeya Îmraliyê ya partiya DEMê da ku di çarçoveya pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' da tê meşandin, got, "Ez bawer dikim ku em ê heta dawiya vê hefteyê şandeya DEMê pêşwazî bikin û bi wan ra biaxivin. Em ê van mijaran bi wan ra jî gotûbêj bikin."
Erdogan piştî serdana xwe li Kuweyt, Qeter û Uumanê ku 3 roj dewam kir, di vegerê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û bersiva pirsên wan da.
Serokomar Erdogan li ser pirsa endamekî çapemeniyê ya li ser gelo DEM Partî di demên dawî da helwesteke neyînî li hember pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' girtiye yan na, wiha got, "Bi rastî, min vê helwestê (xwepêşandanên li Diyarbekirê) ji DEM Partiyê hêvî nedikir. Ez bawer dikim ku em ê heta dawiya vê hefteyê şandeya DEMê pêşwazî bikin û bi wan ra biaxivin. Em ê van mijaran bi wan ra jî gotûbêj bikin. Ez nafikirim ku şandeya DEMê vê têgihîştinê parve bike û ez naxwazim li ser vê yekê jî bifikirim. Ez piranî bi Pervîn xanimê ra li ser van mijaran axivîm. Hêvîdar im ku di civîna me ya vê dawiya hefteyê da derfeta me hebe ku em van mijaran ji nû ve binirxînin. Ji ber ku Tirkiyeyeke Bêteror ne tenê ji bo me, lê ji bo hemû Tirkiyeyê sûdek e. Ew ji bo me hemûyan, tevî Laz, Tirk û Kurdan, ji bo me hemûyan, sûd e. Ez difikirîm ku welat di dawiyê da rihê 'Tirkiyeyeke Bêteror' qebûl kiriye, lê ez bi rastî xemgîn bûm ku min tiştên weha ji Diyarbekirê bihîstin. Em hêvî dikin ku em karibin di zûtirîn dem da ji vê rewşê derkevin û Tirkiyeyeke ku aştî, aramî û biratî lê serdest be ava bikin û vejînin. Werin em vê yekê bi dest bixin."
Serokomar Erdogan diyar kir di serdanê da bi Qeter û Ummanê ra mijara kirîna balafirên Eurofîghterê gotûbêj kirine û wiha axivî, "Mizakereyên li ser vê mijarê ku gelek hûrgiliyên teknikî dihewîne, baş didome. Bi kirîna van balafiran (Eurofîghter) wê hêza me ya asîmanî hê bihêztir bibe."
Erdogan li ser pirsa der barê Hêza Peywirê ya Xezeyê da wiha got, "Ji ber ku mijareke piralî ye, mizakereyên berfireh têne kirin. Em amade ne ku di vê mijarê da her cure piştgiriyê bidin Xezeyê. Divê bi rêya mueyîdeyan û rawestandina firotina çekan Îsraîl neçar bimîne ku sozên xwe bicih bîne. Em ji bo vê yekê gavan diavêjin. Em ê berdewam bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Xeze ji bo alema Îslamê îmtihanek e û wiha got, "Bi îzna Xwedê, em ê vê îmtihanê bi bi rûyekî sipî derbas bikin û bi awayê herî xurt li kêleka birayên xwe cih bigirin. Vejandin û avakirin (Xezeyê) karekî hêsan nîne. Em ê vê gavê bi hev ra, bi taybetî bi welatên Kendavê ra, bi îzna Xwedê biavêjin."
Erdogan li ser pirsa der barê rewşa Qibrîsa Bakur da wiha peyivî, "Ji bo me qet pêkan nîne ku em bi çavên şaş yan jî neyînî li Qibrîsa Bakur binihêrin. Ev hilbijartineke girîng e û îradeya Tirkên Qibrîsê ji bo me pir rêzdar e."
Serokomar Erdogan bal kişand ser CHPyê û got, "Divê rêveberiya CHPyê derkeve û îzah bike çima ew ji ber jiholêrakirina gefên me yên li dervayî sînorên me aciz in."
Erdogan destnîşan kir Enqere, Bursa û Stenbol her tim kêmbûna avê dijîn û her diçe wê bibînin jî û got ku lê bi destûra Xwedê em ê gelê xwe yê li vir bêav nehêlin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
