Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em tu tevgereke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike qebûl nakin"

Ekip  | 05.01.2026 - Rojanekırın : 06.01.2026
Serokomar Erdogan: "Em tu tevgereke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike qebûl nakin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em tu tevgereke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike qebûl nakin. Em hewl didin ku hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelê Venezuelayê yê dost ya herî baş çibe, wê bikin."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê çêbû, daxuyanî da.

Erdogan daxuyand ku 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê xwîşk û bira ne û wiha axivî: "Em xwedî kîjan nêrîna siyasî dibin bila bibin, hemû jî evîndarên vî welatê bihuşt a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan in. Em 86 milyon xwîşk û bira ne, ji destpêkê heta ebedê bi yek in û bi hev ra ne. Dema ku mijar tê ser Tirkiyeyê, dema ku mijar tê ser aramî, ewlehî û bekaya Tirkiyeyê, em ê cudahiyên xwe bidin aliyekî û hê bêtir nêzîkî hevdu bibin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku li hemberî Tirkiyeyê dafik tên danîn û lîstik tên lîstin, lê ew ê guh nedin wan û wiha dewam kir: "Yên ku ji bo herêma me bikin behra xwînê dafikên curbicur datînin, berî her tiştî wê hewl bidin ku me ji vê hevkêşeyê dûrxin, lê em ê nekevin nav van lîstikan. Her kesê ku li ser navê çi dibe bila bibe heke di nav tevgereke ku zirarê bide ruhê lihevkirina neteweyî da be, ew xizmetê ji hevrikên Tirkiyeyê ra dike. Her kî nirxên me yên hevpar hedef digire û hewl dide ku têkiliya di navbera me da qels bibe, ew ne dostê miletê Tirk e, ew dijminê sondxwarî ye."

Serokomar Erdogan der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da jî axivî û wiha got: "Em ê destûrê nedin ku ev paceya derfetê ya ku wê li pêşiya welatê me heta dawiyê veke, ev derfet were têkbirin. Em ê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bi biryarî bidomînin û vê pirsgirêka terorê ya ku 40 sal e hêz û çavkaniyên welatê me dagir dike ji binî va çareser bikin. Belaya terorê zincîreke emperyalîst e ku li lingên Tirkiyeyê va hatiye alandin. Ji DEAŞê bigire heta FETOyê, ji DHKP-Cyê bigire heta PKKê, sazûmanên nemeşrû wekî amûr hatine bikaranîn. Em ê eniya xwe ya navxweyî xurt bigirin û xurt bikin û li hemberî wan kesên ku hewl didin di wê da qelîştokan vekin, her tim hişyar bin."

Serokomar Erdogan anî ziman ku Tirkiye her tim hewl dide ku li çar aliyê dinyayê edalet, meşrûiyet û hiqûqa navneteweyî bê parastin û wiha axivî: "Tirkiye di nav welatên ku li çar aliyê dinyayê edalet, meşrûiyet û hiqûqa navneteweyî diparêzin da di rêza yekem da cî digire. Ji Xezeyê bigire heta Sûriyeyê, li ku neheqî, neqanûnî û zilm hebe, me helwesta xwe pir eşkere nîşan da. Dema ku mijar hêmanên me be, em kompleksê nîşan nadin."

Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel rexne kir û wiha got: "Hem di siyaseta navxweyî û hem jî ya derva da populîzmeke ku pola sêyemîn e dike. Ne diyar e ku ev şexs çi dibêje an jî çi diparêze. Li welatekî ku (Venezuela) bi Tirkiyeyê ra têkiliyên wê yên dostane yên nêzîk hene bûyereke nebaş diqewime. Lê tiştê ewil yê ku tê bîra Serokê Giştî CHPê jî ew e ku êrîşî me bike."

Der barê rewşa li Venezuelayê û tevgera Tirkiyeyê ya li hemberî vê yekê da jî Serokomar Erdogan wiha axivî: "Em tu tevgereke ku hiqûqa navneteweyî binpê dike qebûl nakin. Em hewl didin ku hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelê Venezuelayê yê dost ya herî baş çibe, wê bikin. Di axaftina me ya bi telefonê ya bi Birêz Trump (Donald) ra da me fikarên welatê me ji wî ra ragihandin. Me destnîşan kir ku divê Venezuela nekeve nav bêîstîqrariyê. Binpêkirina mafên serweriya welatan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî gavên xeternak in ku dikarin di asta gerdûnî da bibin sedema tevliheviyên cidî. Tirkiye û gelê Tirk wê di têkoşîna gelê dost ê Venezuelayê ya ji bo refah, aramî û pêşketinê dide da, wê sekna xwe ya li cem gelê dost ê Venezuelayê bidomîne."

Serokomar Erdogan behsa kêmbûna enflasyonê jî kir û wiha axivî: "Enflasyona salane daketiye asta herî kêm a 49 mehan. Wê di vê astê da jî nemîne, em ê enflasyonê hê bêtir kêm bikin."

Der barê Burs û krediya ku ji bo xwendekaran tê dayîn da jî Serokomar Erdogan wiha agahî da: "Em ji bo xwendekarên lîsansê ji sedî 33 zêdebûnê va derdixin 4 hezar lireyan, ji bo xwendekarên lîsansa bilind derdixin 8 hezar lireyan û ji bo xwendekarên doktorayê jî derdixin 12 hezar lireyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.