Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em Tirkiyeya Bêteror bi wêrekî, sebat û dilsozî ava dikin"

İsmet Karakaş  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Serokomar Erdogan: "Em Tirkiyeya Bêteror bi wêrekî, sebat û dilsozî ava dikin"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da ji ciwanan ra got, "Em Tirkiyeya Bêteror ya ku em ê weke mîrateya herî mezin ji we ra bihêlin, bi wêrekî, sebat û dilsozî ava dikin."

Erdogan di Bernameya Kutabûnê ya Kampa Şêwr û Stratejiyê ya Ciwanên AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser armanca "Tirkiyeya Bêteror" û ji ciwanan ra got, "Em Tirkiyeya Bêteror ya ku em ê weke mîrateya herî mezin ji we ra bihêlin, bi wêrekî, sebat û dilsozî ava dikin. Kî çi dek û dolabê digerîne bila bigerîne, kî kîjan astengiyê derdixe bila derxe, lê înşellah em ê Tirkiyeya bêteror ji we ra bihêlin."

Erdogan di axaftina xwe da bal kişan ser Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û wiha peyivî, "Pereyê gel yê ku divê ji bo xizmet û veberhênanê bê emilandin bi destê çend kesên çavbirçî tê talankirin, ez bawer dikim ku ew jî ji vî tiştî aciz e. Bi operasyonên gendeliyê şaraderî wê ji çeteyên ruşwetê, CHP ji milên ahtapotê, Tirkiye ji kîsikên xwe û ew jî (Ozel) ji qeyd û bendên xwe rizgar bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.