Serokomar Erdogan: "Em rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî jî tînin welatê xwe"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê rêwiyên di nava belemên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ya ku Îsraîlê ew di nava ava navneteweyî da desteser kiribû got, "Em rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî jî tînin welatê xwe."
Serokomar Erdogan di Merasima Vekirina bi Komî û Hîmaavêtinê ya Sultanbeyliyê da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliyên diplomatîk yên ji bo Filistînê û got, "Armanca me ew e ku em zûtirîn aştî, aramî û ewlehiyê ji bo xwîşk û birayên xwe yên li Xezeyê bînin. Me êşa zarokên li Xezeyê bi wêneyan li Neteweyên Yekbûyî anî ber çavên cîhanê."
Serokomar Erdogan bal kişand ser peywendiya telefonê ya digel Serokê DYAyê Donald Trump û got, "Rojeva herî giring a peywendiya me ya telefonê ya digel Cenabê Trump Xeze bû. Em bi kêfxweşî pêşwaziya bersiva Hemasê ya ji bo plana aşitiyê ya Trump dikin. Me ev mijar bi Serokê DYAyê Trump ra jî bi berfirehî gotûbêj kir. Hemasê wekî gelek carên berê ku kiriye, nîşan da ku ew ji bo aştiyê amade ye."
Serokomar Erdogan derbarê rêwiyên di nava belemên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ya ku Îsraîlê ew di nava ava navneteweyî da desteser kiribû got, "Em rêwiyên hêviyê yên Fîloya Sumûdê ya Kûrewî jî tînin welatê xwe. Bi vî awayî ji bo aştiyeke mayînde li herêma me şibakeyeke derfetê vebûye. Li ser navê Tirkiyeyê, em ê ji bo ku yek bêguneh neyê kuştin û rûyê zarokên li Xezeyê bikene, çi ji destê me tê em ê dîsa bikin."
Erdogan ji bo plana agirbestê ya ji bo Xezeyê wiha axivî:
"Heger hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin, rawestandina xwînê û avakirina aştiyê pir pêkan e. Pir giring e ku Îsraîl tavilê êrîşên xwe rawestîne. Divê destûr neyê dayîn ku hêviyên aştiyê yên geş dibin winda bibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.