Serokomar Erdogan: "Em rêvebiriyeke ku li Şerîeya Rojava dagirkerî û êrîşên xwe ranawestîne ra rû bi rû ne"
Istanbul
Serokomar Erdogan: "Em rêvebiriyeke ku li Şerîeya Rojava dagirkerî û êrîşên xwe ranawestîne ra rû bi rû ne"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê da wiha got: "Em bi rêveberiyeke wisa ra rûbirû ne ku ji peymana agirbestê û vir va ji 200î zêdetir kesên bêguneh qetil kirin û li Şerîeya Rojava dagirkerî û êrîşên xwe ranawestîne."
Serokomar Erdogan di merasima vekirina Civîna ÎSADEKê ya 41emîn a li Navenda Kongreyê ya Stenbolê hat lidarxistin da axivî.
Erdogan di merasimê da hêviya xwe anî ziman ku şêwirên ew ê bikin û biryarên ku ew ê bidin ji bo welatan, alema Îslamê û hemû mirovahiyê bi xêr be.
Serokomar Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê da wiha got: "Em bi rêveberiyeke wisa ra rûbirû ne ku ji peymana agirbestê û vir va ji 200î zêdetir kesên bêguneh qetil kirin û li Şerîeya Rojava dagirkerî û êrîşên xwe ranawestîne. Em nikarin destûrê bidin hewldanên ji bo îlhaqa Şerîaya Rojavayê, guhertina statuya Qudisê û zirardayîna pîroziya Mescîda Eqsayê."
Erdogan got ku Hemas guh dide peymana agirbestê ya bi Îsraîlê ra û wiha dewam kir: "Wisa xuya dike ku Hemas di guhdayîna peymanê da gelekî bi biryar e. Lê, em hemû dibînin ku di vê mijarê da sicîla Îsraîlê pir xirab e."
Der barê êrîşên dijî gelê sivîl ê Faşîrêyê ya li Sudanê da jî Erdogan wiha got: "Qetlîamên dijî gelê sivîl ê Faşîrê yên van rojên dawîn, ji bilî dilkeviran tu însanek qebûl nake, nabe ku em ji vê ra bêdeng bimînin. Divê em yekîtiya axa Sûdanê, serwerî û serxwebûna wê biparêzin. Girîng e ku em li cem gelê Sûdanê bin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew ê îsal 8 projeyên din li ser bernameyên ÎSEDAKê zêde bikin û wiha axivî: "Bi Bernameya ÎSEDAK Kobiyê va em di navbera KOBÎyên xwe da torên qewîn ên hevkariyê saz dikin. Ez bangî welatên hê beşdar nebûne dikim ku beşdarî bernameyê bibin. Em îsal 8 projeyên din li ser 20 projeyên ku me di çarçoveya Bernameya Qudisê ya ÎSEDAKê da kiribûn rewacê, zêde dikin. Di bin sîwana ÎSEDAKê da em îro bernameyeke alîkariyê ya taybet ji bo Sûriyeyê didin destpêkirin."
Erdogan daxuyand ku mueyîdeyên dijî Sûriyeyê jî hêdî hêdî radibin û wiha got: "Mueyîdeyên li pêşiya pêşketina aboriya Sûriyeyê yên ku astengiyên mezin in, şikir bi saya hewldanên me hêdî hêdî ji holê radibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
