Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em plan dikin ku COP31ê sala pêş me di meha sermawezê da li Tirkiyeyê li dar bixin

Ekip  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 23.11.2025
Serokomar Erdogan: Em plan dikin ku COP31ê sala pêş me di meha sermawezê da li Tirkiyeyê li dar bixin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em plan dikin ku Konferansa Aliyan a 31emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Av û Hewayê (COP 31) ya Neteweyên Yekbûyî sala pêş me di meha sermawezê da li Tirkiyeyê li dar bixin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina "Dinyayeke Berxwedêr-Piştgiriya G20: Kêmkirina Xetereyên Afetê, Guherîna Av û Hewayê, Guherîna Vejena Adil, Pergalên Xurekê" ya ku di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê da li Johannesburgê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan got ku "Em plan dikin ku Konferansa Aliyan a 31emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Av û Hewayê (COP 31) ya Neteweyên Yekbûyî sala pêş me di meha sermawezê da li Tirkiyeyê li dar bixin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir pêş dibînin ku heta 2035an kapasîteya xwe ya vejena tav û bayê derxînin 4 qatê niha û got ku "Me îsal para vejena dikare xwe nû bike derxist ji sedî 60î."

Serokomar Erdogan bal kişand ku li Xezeyê agirbest ji bo aramiya hemû dinyayê girîng e. û wiha axivî:

"Li gor daneyên NYyê xirabûna Îsraîl bûye sedem hewldanên pêşketinê yên Filistînê 70 sal paşda biriye. Em biryadar in ku wekî heta niha ji niha pê va jî piştgirê berdewamiya agirbesta li sehayê bin û piştgiriyê bidin ji nû va avakirina Xezeyê û li ba gelê Filistînê bin. Em li ba Filistîniyan e. Tekane rêya aştiyê çareseriya dudewletî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.