Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em ji bo ku li herêma me û wêdetirê wê îstiqrar serdest bibe di nav têkoşîneke mezin da ne"

"Em di çarçoveya polîtîkayên xwe yên li 'Welêt Aştî, Li Dinyayê Aştî' da ji bo ku li herêma me û ji wê wêdetir îstiqrar serdest bibe têkoşîneke mezin didin"

Fırat Taşdemir  | 31.12.2025 - Rojanekırın : 31.12.2025
Serokomar Erdogan: "Em ji bo ku li herêma me û wêdetirê wê îstiqrar serdest bibe di nav têkoşîneke mezin da ne"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em di çarçoveya polîtîkayên xwe yên li 'Welêt Aştî, Li Dinyayê Aştî' da ji bo ku li herêma me û ji wê wêdetir îstiqrar serdest bibe têkoşîneke mezin didin."

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler dema Fermandariya Dibistana Fuzeyê û Topavêjan a li Polatliya Navçeya Enqereyê ziyaret kir bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bi têlefonê axivî.

Serokomar Erdogan bi têlefona Wezîr Guler silav da Mehmetçîk û got ku "Em îro saleke miladî li pey xwe dihêlin û bi hêvî û xeyalên mezin amadehiya pêşwazîkirina sala 2026an dikin. Ez di şexsê we da sala nû ya hemû Mehmetçîkên me û malbatên wan ên biqîmet ji dil pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku sala 2026an digel artêşa me ya qehreman ji bo hemû yekîneyên me yên ewlehiyê bibe wesîleya xêrê."

Erdogan hemû şehîdên ji bo ku hîlala navdar li asîman wekî şefeqê li ba bibe bêyî ku jê bitirsin canê xwe feda kirin bi rehmet û minet bi bîr anî û ev gotin:

"Ez sala nû ya xizmên şehîdên me û xaziyên me yên ku ji bo bekaya welatê me, îstiqbal û îstiqlala gelê me bedêl dan jî ji dil pîroz dikim."

- "Em di hemû qadên der barê parastinê da di nav hilperîneke mezin da ne"

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye li erdnîgariyeke ku di dilê sê parzemînan da cî digire, girîngiya wê ya stratejîk zêde ye ku hema bêje hemû dinyayê çavê xwe berdayê cî digire û ev gotin:

"Em di çarçoveya polîtîkayên xwe yên li 'Welêt Aştî, Li Dinyayê Aştî' da ji bo ku li herêma me û ji wê wêdetir îstiqrar serdest bibe têkoşîneke mezin didin. Em ji laiyekî va eniya navxweyî xurt dikin ji aliyê din va di serî da pîşesaziya me ya parastinê di her qadê da pêngavên lîstikan diguherîne diavêjin. Hemd ji Xwedê ra em bi tankên Altayê, obusên bahozê, firokeyên ATAKê, wesayîtên asîmanî yên bi mirov û bê mirov va, bi fuzeyên ku her tim menzîla wan zêde dikin va bi pergalên parastina asîmanê ya ku em timî bi derfetên xwe pêş dixin va, bi keştiyên xwe yên şer, noqar, wesayîtên behrê yên bêmirov va di hemû qadên der barê pîşesaziya parastinê da di nav hilpekîneke mezin da ne.Digel dijwarî û pêşîlêgirtinên gelekî cidî me ji bo ku destkeftiyên ku me bi dest xistine bi serkeftiyên mayînde ra biguherînin firsendeke dîrokî bi dest xistiye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi peiçek din sebir, xîret û têkoşînê va dê teqez gelê xwe bigihînin siberojên ku gelekî heq dike û got ku "Em ê Tirkiyeya nû, hêzdar û mezin bi hemû hêmanên wê va têkildar bikin û wekî emanetekî pîroz bi serbilindî teslîmî nifşên pişt me bikin. Nav, îdia û nirxa ku îstismar dike çi dibe bila bibe em ê bi tu awayî destûr nedin ku tu rêxistinên terorê bikevin navbera me û hedefên me". Rebê min bila yar û alîkarê me be.

Erdogan sala nû ya hemû mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk ên qehreman pîroz kir û got ku "Ez yek bi yek ji çavên mensûbên egîd ên Ocaxa me ya Pêxember radimûsim. Ji dil silavên xwe ji we ra dişînim û we emanetî Xwedê dikim. Sax bin, her hebin û bimînin di xweşiyê da."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.