Serokomar Erdogan: "Em destûrê nadin helwestên têkbirina aramî û hesasiyetên li giravê û her wiha derxistina aloziyan"
-Serokomar Erdogan: "Em destûrê nadin helwestên têkbirina aramî û hesasiyetên li giravê û her wiha derxistina aloziyan. TEKNOFEST ne şov û organîzasyoneke jirêzê ye. TEKNOFEST, hatina wucûdê ya doz û hişmendiyekê ye"

Ankara
Serokomar Erdogan: "(Qibrîs) Em destûrê nadin helwestên têkbirina aramî û hesasiyetên li giravê û her wiha derxistina aloziyan"
Serokomar Recep Tayyip Erdogan wextê ji Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) vedigeriya di balafirê da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Erdogan got ku "Em destûrê nadin helwestên têkbirina aramî û hesasiyetên li giravê û her wiha derxistina aloziyan" û wiha dewam kir:
"Gelê Qibris û Tirkiyeyê, ku mafê wan ê li ser giravê wekî hevdu ye, wê tescîla statuya wekîhevdu ya navneteweyî di dawîya dawîn da temîn bike."
Serokomar Erdogan bal kişand ser TEKNOFESTê got, "TEKNOFEST ne şov û organîzasyoneke jirêzê ye. TEKNOFEST, hatina wucûdê ya doz û hişmendiyekê ye.
Tirkiye di pîşesaziya parastinê da bi veberhênanên xwe yên xwemalî û resen êdî li dinyayê bû wekî siterkek biriqandî. Nexasim wesayîtên me yên asîmanî yên bêmirov, pergalên me yên parastinê, pêşketinên me yên di ragihandinê da gihîştin astekê ku dê jinûva teşeyê bidin dîroka şer."
Erdogan diyar kir ku, "Tirkiyeya ku wê ciwaninên TEKNOFESTê birêve bibe, wê ji Tirkiyeya îro pêşdetir be. Ez di çavên ciwanên beşdarî TEKNOFESTan dibin da wê biryardariyê dibînim."
Serokomar Erdogan: "(Êrîşa dijî keştiya alîkariya mirovî dibir Xezeyê) Ev êrîş bi gotina xwe ya rast rêbirî û korsantî ye"
Serokomar Erdogan: "Divê bê zanîn ku dinya ji Îsraîlê mezintir e. Divê heqê mezintiya xwe bide û vê goga agirîn a dixwaze dinyayê agirdadayî bike, vemirîne"
-"Îsraîla ku bêtirs herêmê dixe nav agir, li herêmê ji hêza Tirkiyeyê, ji destkeftiyên wê aciz e"
Serokomar Erdogan derbarê geşedanên dawîn da got, "Em ji nêz va dişopînin ka dê der heqê Tirkiyeyê da çi gavan biavêje yan jî plana çi gavan dike. Qetlîaman dikin dinya bê deng dimîne, li ber çavan sûcê jenosîdê tê kirin dinya bê deng dimîne. Divê ev bêdengî êdî bidawî bibe."
Erdogan wiha dewam kir: "Îsraîla ku bêtirs herêmê dixe nav agir, li herêmê ji hêza Tirkiyeyê, ji destkeftiyên wê aciz e."
Serokomar Erdogan got, "Divê herkes ji bo avakirina Sûriyeya nû, li ser esasê bihevrabûn û yekîtiya xakê hewl bide. Wadê provokasyona Îsraîlê bi tenê xwîn, hêsîr û kuştin e"
Serokomar Erdogan di meseleya veguherîna bajêr da got, "Meseleya veguherîna bajêr, ji bo Tirkiyeyê meseleya man û nemanê ye. Divê em vê mijarê nekin qurbana meseleyên îdeolojîk.
Li çaraliyê Tirkiyeyê di mijara amadekariya erdhejê da em ê di avêtina gavên berfireh û bibiryar da berdewam bin. Em ê veguherîna di cih da teşwîq bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.