Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Em derbasî qonaxeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da xeberên erênî hildin"

Serokomar Erdogan: "Em derbasî qonaxeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da xeberên erênî hildin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya xêrê nîvco nemîne, bi destê hêz û derdorên tarî sabote nebe û di demeke kin da bi serkeftî encam bide"

Mümin Altaş  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 09.07.2025
Serokomar Erdogan: "Em derbasî qonaxeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da xeberên erênî hildin"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em derbasî pêvajoyeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da nûçeyên erênî hildin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya xêrê nîvco nemîne, bi destê hêz û derdorên tarî sabote nebe û di demeke kin da bi serkeftî encam bide."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir û wiha axivî, "Em ê pêşî armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror û di pey ra jî armanca xwe ya Herêma Bêteror bi cî bînin, rihê şehîdên xwe şa bikin û nîşan bidin ku fedekariya wan badilhewa nîne. Min berê jî gelek caran gotibû. Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da tu gaveke ku xatireya şehîdên me pêpes bike û ruhê wan biêşîne, tuneye û nabe. Em derbasî qonaxeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da xeberên erênî hildin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya xêrê nîvco nemîne, bi destê hêz û derdorên tarî sabote nebe û di demeke kin da bi serkeftî encam bide."

Serokomar Erdogan diyar kir, piştî ku dîwarê terorê hilweşiya, bi destûra Xwedê her tişt wê pir cuda be.

Erdogan destnîşan kir, êdî pêşî li ber êş, jan û giriyan tê birîn û wiha dewam kir:

"Wekî ku her dem dibêjim, bi Tirk, Kurd, Erebên xwe va hem Tirkiye wê qezenc bike, paşê hemû herêma me û xwişk û birayên herêma me wê qezenc bikin. Em çi dikin, vaye em bi vê hişmendî û hesasiyetê va dikin. Me roja duşemê Cîgirseroka Meclisê ya DEM Partiyê Birêz Pervîn Buldan û Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Birêz Mîthat Sancar li Kuliyeya me qebûl kirin. Me bi wan ra hevdîtineke gelekî bi xêr û bereket, çêker û semîmî kir. Me îradeya xwe teyîd kir ku em hedefa xwe ya Tirkiyeya Bêteror ji teoriyê derbasî pratîkê bikin. Em derbasî qonaxeke nû dibin ku em ê di rojên pêş da xeberên erênî hildin. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya xêrê nîvco nemîne, bi destê hêz û derdorên tarî sabote nebe û di demeke kin da bi serkeftî encam bide."

Ji bo ku şirîkê wan ê Îtifaqa Cumhûr Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di komcivîna MHPyê ya duh da peyamên xurt ên piştgiriyê dan, Erdogan ji dil û can spasiya Bahçelî kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.