Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em bi Sirbistanê ra nêzî hedefa bazirganiyê ya 5 milyar dolarî dibin

Serokomar Erdogan got ku "(Bi Sirbistanê ra) Par hecma bazirganiyê bi tevahî derket asta 3,5 milyar dolarî, em gav bi gav nêzî hedefa xwe dibin."

Ekip  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Serokomar Erdogan: Em bi Sirbistanê ra nêzî hedefa bazirganiyê ya 5 milyar dolarî dibin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Serokomar Erdogan diyar kir ku bi Sirbistanê ra par hecma bazirganiyê bi tevahî derket asta 3,5 milyar dolarî û got ku "Em gav bi gav nêzî hedefa xwe dibin. Di sala 2015an da dora 100î fîrmayên bi sermayeya Tirk li Sirbistanê fealiyet dikirin îro 1500î derbas kiriye, rêjeya veberhênanê bi tevahî derketiye 300 milyon dolarî."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye îro ji bo turîstên Sirp 2yemîn guzergaha turîzmê ye û got ku "Di rêza turîstên ku Sirbistanê ziyaret dikin da jî welatiyên me di rêza ewil da cî digirin."

Serokomar Erdogan ev got:

"Di heyameke ku nediyarî zêde bûye da wek Tirkiye em hawirdora xwe ya nêz û ji wê wêdetir ji bo tesîskirina aştî û aramiyê dixebitin. Em tu carî Balqanan îxmal nakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.