Serokomar Erdogan dê di 16-17ê sibatê da biçe Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî û Etîyopyayê
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê di 16-17ê sibatê da biçe Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî û Etîyopyayê.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran ji ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê ziyaretan da daxuyanî da û ev agahî parve kirin:
"Di hevdîtinên ku dê di navbera Birêz Serokomarê me û Serokdewletê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî û Mîrê Abu Dabiyê Şêx Mihemed Bîn Zayed El Nahyan da ya ku dê di 16ê sibatê bê kirin da digel pêngavên ji bo xurtkirina hevkariya di navbera Tirkiye û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî da mijarên herêmî û kurewî dê bên nirxandin.
Birêz Serokomarê me pişt ra dê îcabetî daweta Abiy Ehmed Eliyê Serokwezîrê Etiyopyayê bike û 17ê sibatê Addîs Ababayê ziyaret bike û peywendiyan dayne. Bi wesîleya ziyaretan dê belge û peymanên ku mizakereyên wan hatin temamkirin jî dê bên îmzekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
