Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Divê zanîngehên me bi pêşxistina projeyan asoyên Tirkiyeyê fireh bikin"

Zeynep Baş  | 13.02.2026 - Rojanekırın : 14.02.2026
Serokomar Erdogan: "Divê zanîngehên me bi pêşxistina projeyan asoyên Tirkiyeyê fireh bikin"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez bawer dikim ku ji bo zanîngehên me girîng e ku balê bikişînin ser lêkolîn, zanîna orijînal û bikalîte û pêşxistina projeyên ku asoyên Tirkiyeyê fireh dikin."

Erdogan di "Merasima Vekirina Wargehên Keç û Kuran yên Zanîngeha Bogazîçiyê" da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir divê zanîngeh bi pêşxistina projeyan asoyên Tirkiyeyê fireh bikin û wiha got, "Ez bawer dikim ku ji bo zanîngehên me girîng e ku balê bikişînin ser lêkolîn, zanîna orijînal û bikalîte û pêşxistina projeyên ku asoyên Tirkiyeyê fireh dikin."

Erdogan destnîşan kir kesên ku zanîngehan wekî hewşa paşîn ya îdeolojiyên xwe dibînin, ew kesên ku feodalîzmê li zanîngehan ava dikin, naxwazin îmtiyazên xwe winda bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li gorî baweriya wan, girîng e ku zanîngeh û profesorên wan xebatên xwe yên herêmî bidomînin û di heman demê da berhemên serkeftî yên gerdûnî hilberînin û wiha peyivî, "Me hemû çavkaniyên xwe seferber kirine da ku zanîngehên me di rêzên navneteweyî da, bi taybetî jî di lîsteyên serkeftinê da, derkevin pêş. Me hejmara zanîngehan ji 76an derxist 208an, hejmara personelên akademîk jî ji 70 hezarî derxist 187 hezarî. Budceya ku beriya niha bi 23 salan ji bo perwerdeyê hatibû veqetandin tenê 7,5 milyar lire bû, sala 2026an ev hejmar tevî perwerdeya bilind gihîşt 3 trilyon lireyî."

Erdogan diyar kir hejmara wargehên xwendekaran ku di sala 2002an da 190 bû, ew derxistine 880yî û got ku me kapasîteya nivînên wargehên xwe ji 182 hezarî derxist milyonekî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Pirtûkxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê, ku par ji ber neqewîbûna wê ya li hember erdhejê hatibû hilweşandin, wê di demeke nêzîk da ji nû va ava bikin û wiha axivî, "Sala bê emê bi budceyeke bi qasî 3 milyar lire, li Zanîngeha Bogazîçiyê avahiyeke labaratuwarê ya tam teşekul û modern, ava bikin."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Tirkiye hebûna xwe li cîhanê her ku diçe berbiçavtir dike, zanîngehên me jî divê xwe li gorî vê yekê xwe biguherînin û standardên xwe nû bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın