Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Divê em xîretên xwe yên dîplomatîk zêdetir bikin ku tengavkirina Îsraîlê zêdetir bibe"

Ekip  | 15.09.2025 - Rojanekırın : 15.09.2025
Serokomar Erdogan: "Divê em xîretên xwe yên dîplomatîk zêdetir bikin ku tengavkirina Îsraîlê zêdetir bibe"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Dohaya paytextê Qeterê beşdarî Civîna Derasayî ya Hevpar a Teşkîlata Tevkariya Îslamê-Lîga Ereban bû û tê da axivî.

Erdogan bal kişand ser êrîşa ku Îsraîlê li Qeterê bir ser heyeta mizakereyê ya Hemasê û wiha got: "Êrîşa dawîn êdî heydûtiya Îsraîlê derbasî qonaxeke cuda kiriye. Ez destnîşan dikim ku divê raya giştî ya dinyayê vê civîna me wekî tezahureke piştgiriya Qeterê ya bê şert û merc a alema Îslamê bibîne. Ez dubare destnîşan dikim ku em wekî Tirkiye her dem ligel Qetera mitefîqê dost û bira ne."

Serokomar Erdogan li ser êrîşên Îsraîlê sekinî û wiha axivî: "Li hemberî we dewleteke ku hêza xwe ji kaos û zêhniyeta terorê ya bi xwînê jîn dibe hildide heye. Bêguman armanca hikûmeta Netanyahu ji aliyekê va li Filistînê domandina komkujî û nîjadkujiyê ye, ji aliyê din va jî li herêmê derxistina bêîstiqrariyê ye, rastî ev e. Bi îzna Xwedê, alema Îslamê xwediyê wê dîrayet û derfetê ye ku armanca berbelavbûnê ya Îsraîlê têk bibe. Divê em xîretên xwe yên dîplomatîk zêdetir bikin ku tengavkirina Îsraîlê zêdetir bibe. Ez wisa bawer dikim ku lazim e Îsraîl ji hêla aboriyê va jî bê asêkirin."

Erdogan bal kişand ser tevkariya sanayiya parastinê û wiha got: "Em amade ne ku qabiliyetên xwe (yên sanayiya parastinê) bi birayên xwe ra parve bikin. Ji bo qezenckirina deh salên paşerojê divê em tevkariya xwe zêde bikin."

Serokomar Erdogan ji bo avakirina Dewleta Filistînê jî wiha got: "Heta ku li gorî sînorên 1967an avakirina Dewleta Filistînê ya ku paytextê wê Qudsa Rojava ye û erdnîgariya wê yekpare ye, pêk neyê; em ê têkoşîna xwe bi ezim bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın