Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da pêşketineke girîng çêbû"

Serokomar Erdogan got ku "Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da pêşketineke girîng çêbû. Li nav sînorên me û dervayî sînorên me xetereyên ewlehiyê yên dijî welatê me gelekî kêm bûn"

Ekip  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Serokomar Erdogan: "Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da pêşketineke girîng çêbû"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da pêşketineke girîng çêbû. Li nav sînorên me û dervayî sînorên me xetereyên ewlehiyê yên dijî welatê me gelekî kêm bûn."

Serokomar Erdogan li Koşka Çankayayê beşdarî "Bernameya Fitarê ya bi Malbatên Şehîdan ra" bû û di bernameyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku rûyê kirêt ê aktorên ku bi salan exlaq firote me, behsa demokrasiyê kir, têgehên heq, hiqûq, azadiyê wekî çov bi kar anî yek bi yek derdikeve holê û bal kişand ku gelekî haj bi lîstikên tên lîstin jî, dafikpn hatine vedan jî keriyên keftaran ên ku bi kesên dafikan datînin ra postê berxan li xwe kirine hene.

Serokomar Erdogan got ku "Bi saya operasyonên artêşa me ya qehreman û yekîneyên me yên ewlehiyê yên din me kabîliyeta hereketê ya rêxistinên terorê gelekî sînordar kir" û axaftina xwe wiha domand:

"Em îro ÎHA, SÎHA, fuze, roket, keştî, firoke û tank jî di nav da hema bêje di her qadê da dikarin ku hewcehiyên xwe bixwe pêk bînin. Tirkiye ji bo ewlehiya xwe dervyaî sînorên xwe her cure pêngavê diavêje. Ji ku tehdîd hebe bêyî ku îcazetê hildin li çavkaniya wê berteref dikin. (Teror) Em bi biryardar in ku înşellah Tirkiyeyê heta hetayê ji vê musîbeta ku biqasî nîv sedsala kezeba gelê me dişewitîne xilas bikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di xebatên Tirkiyeya Bêteror da pêşketineke girîng çêbû û got ku "Li nav sînorên me û dervayî sînorên me xetereyên ewlehiyê yên dijî welatê me gelekî kêm bûn."

Serokomar Erdogan got "Ji bo ku pirsgirêka li bakurê Sûriyeyê bêyî xwîn birêje bê çareserkirin meha borî lihevkirinek çêbû. Pêvajoya ku diçe entegrasyona tam dest pê kir"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.