Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Di rêya ku diçe armanca Tirkiyeya mezin û hêzdar da em hemû yek in û bi hev ra ne"

Kemal Karadağ  | 01.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Serokomar Erdogan: "Di rêya ku diçe armanca Tirkiyeya mezin û hêzdar da em hemû yek in û bi hev ra ne"

TBMM

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da wiha got, "Di rêya xizmeta gel û welêt da em hemû yek in û bi hev ra ne. Di rêya ku diçe armanca Tirkiyeya mezin û hêzdar da em hemû yek in û bi hev ra ne."

Erdogan di Civîna Vekirina Sala Qanûndanînê ya Heyama 28an ya Meclisa Mezin ya Tirkiyeyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir di rêya xizmeta gel û welêt da hemû yek in û bi hev ra ne û wiha peyivî, "Di rêya ku diçe Tirkiyeya mezin û hêzdar da em hemû yek in û bi hev ra ne. 'Gava mesele Tirkiye be tiştên mayî hûrgilî ne.' Ez cardin dubare dikim ku ciyê kesên ku bi vê hişmendiyê tevdigerin li ser serê me heye. Tevî welat, ala û nirxên me yên pîroz, bi taybetî di warê parastin û mihafezekirina komara me da jî em dîsa em hemû yek in û bi hev ra ne."

Erdogan destnîşan kir ku Meclis di îmtihana Xezeyê da gorî dîrok û seciyeya wan ya neteweyî bêyî kêmasî û bi serkeftî pêk aniye û wiha got, "Şahidê herî nêzîk ê hewldanên Tirkiyeyê, xwîşk û birayên me yên Xezeyî ne. Gelê Filistînê baş pê dizane ku em çi dikin û bi xîreteke çawa hewl didin. Bi îzna Xwedê, heger Xwedê canê sax bide em ê heya dawiyê bi wêrekî heqê Filistînê û Qudsa Şerîfa qibleya me ya ewil biparêzin. Me tu wextî ewladên egîd ên Xezeyê bi tenê nehiştin ku li dijî hêzên dagiriyê yên bi çekên herî modern ên dinyayê êrîşî xaka wan dikin, li ber xwe didin. Di serî da alema Îslamê da û di pey ra jî wezîfeya civaka navneteweyî ye ku ji bo Filistîniyan rewşa aştiyeke mayînde ya ku heq dikin, peyda bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku înşelah dîrok dê bi saya serê vê helwesta wan ya mêrane ya li Xezeyê va Komara Tirkiyeyê wekî abîdeya wijdana serdema xwe bi herfên zêrîn binivîse û wiha axivî, "Xeze êdî ji xwîn, girîn û hilweşînê têr bûye. Divê ev şerm û rûreşî demildest bi dawî bibe. Heta ku li ser bingehê sînorên 1967an Dewleta Filistînê ya serwer û serbixwe û her wiha paytextê wê jî Qudsa Rojhilat e ava nebe, têkoşîna me dê bidome."

Erdogan destnîşan kir ji dil û can bawer dike ku 'ji behrê bigire heya bejayê' wê rojên xweş bibînin ku aştî, ewlehî hizûr serdest be û wiha peyivî, "Dewleta Komara Tirkiyeyê li ber tu hêzeke dinyewî çokê danayne erdê, serî natewîne, tawîzê nade û serweriya xwe tu wextî nake mijara bazarê. Hedefa me bidawîbûna terorê û xurtbûna biratiyê ye. Em gavên xwe bi tenê ji bo vê hedefê diavêjin."

Serokomar Edogan bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha got, "Ji serê ser da em yekîtiya axa Sûriyeyê bi hêzdarî diparêzin. Îro jî em bi hêzdarî dijî planên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, derdikevin. Heger hewldanên dîplomatîk bêbersiv bimînin, pozîsyon û polîtîkaya Tirkiyeyê diyar e. Tirkiye dê destûrê nede ku li Sûriyeyê dejavûyek biqewime. Tirk, Kurd, Ereb, Sunnî, Şiî, Elewî, Nusayrî… Bêyî cudahiyeke nijadî, ziman û mezhebî em rêwiyên pêşerojeke hevpar in. Înşeallah sibê jî heta hetayê jî tifaqa Tirk, Kurd, Ereban wê aştî, hizûr, pêşketin û refaha erdnîgariyê wê bi hev ra temîn û tehkîm bike"

Erdogan diyar kir ku heta niha seba herêma erdhejê wekî qamûyê bi amarên rojane 3,6 trîlyon lîre ango qedera 90 milyar dolarî pere xerc kirine.

Serokomar Erdogan diyar kir ku beriya her tiştî dixwazin bihatiya di heyata gelê xwe da ji binî va safî bikin û wiha peyivî, "Li Tirkiyeyê tenê çavkaniyeke meşrûiyetê heye ku ew jî îradeya pak ya gelê me yê ezîz e. Li Tirkiyeyê, di siyaset, hiqûq, aborî, qamû, jiyana civakî û rojane da cihê tu îmtiyazên ku xwe naspêran îradeya milet, tuneye. Miletê me 5 salan ji bo Serokomariyê raye daye şexsê me, li Meclisê jî raye daye we. Em ê vê rayeyê heta dawiyê bi awayê herî baş û mifadar bi kar bînin."

Erdogan destnîşan kir ku sala 2026an wê seba aboriya wan bibe sala reformê û wiha got, "Ji sanayiyê heta teknoljiyê, çandiniyê û vejenê em di hemû qadên aboriyê da veguherîneke mezin didin destpêkirin. Ez bawer dikim hûn ê xwedî li daxwaza me ya tacîdarkirina bi destûreke nû ya li gorî Sedsala Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê ra ne teng ya rêya ku em di 23 salan da meşiyane, derkevin. Kê ji bo vî miletî bixebite, hewl bide, biaxive, siyasetê bike, em ê ji bo heman armancê bi hev ra bimeşin û kêfxweş bibin. Kê destê xwe dirêjî mafê sêwî, êtîm, karker, cotkar, malnişîn, bazirgan, pîşesaz, esnafan bike jî em ê qasî serê derziyê merhemetê nîşanî wan nedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın