Polîtîka

Serokomar Erdogan: Di mijara avakirina santrala hêza Nukleerî da hevdîtinên me yên bi Koreya başûr ra didomin

Merve Yıldızalp Yormaz  | 25.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Serokomar Erdogan: Di mijara avakirina santrala hêza Nukleerî da hevdîtinên me yên bi Koreya başûr ra didomin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Di mijara avakirina santrala hêza Nukleerî da jî hevdîtinên di navbera saziyên me yên têkildar da didomin."

Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Koreya Başûr Lee Jae Myung li Kuliyeya Serokomariyê piştî hevdîtinên rûbirû û heyetan û her wiha merasima îmzekirina peymanan, civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku di hevdîtina rûbirû ya bi Serokê Dewleta Koreya Başûr Lee da ew axivîn ku gavên biwarê pîşesaziya parastinê bi Koreya Başûr ra biavêjin û wiha dewam kir:

"Di mijara avakirina santrala hêza Nukleerî da jî hevdîtinên di navbera saziyên me yên têkildar da didomin. Her wiha îmara jinûva ya Sûriye, Xeze û Ukraynayê jî di nav da em difikirin ku li erdnîgariyên cuda yên wekî Iraq, Afrîka û Asyaya Navîn em dikarin em û Koreya Başûr bi hev ra bixebitin."

Serokomar Erdogan der heqê Xezeyê da jî wiha got, "Di mijara Xezeyê da jî wekî Tirkiye em û Koreya Başûr em domandina agirbestê, nekuştina însanên bêguneh û çareseriya du dewletî diparêzin."

Her wisa Serokomar Erdogan biwarê şerê Rûsya-Ukraynayê jî destnîşan kir ku wekî Tirkiye pêvajoya Stenbolê di serî da ew ê piştgiriya xwe ya ji bo hemû teşebusên dîplomatîk ên seba pêkanîna aştiya mayînde bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.