Serokomar Erdogan di Civîna Serokan a NATOyê da beşdarî wênekişandina malbatê bû

Netherlands
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê da beşdarî wênekişandina malbatê bû.
Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê li Laheya bajarê Hollandayê çêbû ku beriya civînê serok hatin pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwazîkirina fermî ya li Foruma Cîhanê ya ku civîn lê pêk hat, wêneyên malbatê hatin kişandin.
Serokomar Erdogan ji aliyê Serokwezîrê Hollandayê Dîck Schoof û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte va hat pêşwazîkirin, wan dest dan hev û bi hev ra wêneyek kişandin.
Piştî merasima pêşwazîkirina fermî wêneyê malbatî hat kişandin ku Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr Starmer li milê rastê yê Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Krîstersson jî li milê wî yê çepê cî girtin.
Serokomar Erdogan piştî wêneyê li hola civînê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra li ser piyan sohbeteke kurt kir.
Erdogan demekê jî bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ra axivî.
Paşê serok derbasî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.