Serokomar Erdogan di çarçoveya "Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê" da hevdîtin kirin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê bibe, li Misrê ye û li wê derê bi hin pêşengên welatan ra hevdîtin kirin.

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji beşdariya Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê li Misrê ye û li wê derê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîn bîn Hamed Al Sanî ra civiya.
Hevdîtin bêyî çapemeniyê li Navenda Fuara Navneteweyî ya ku zîrwe wê lê were lidarxistin, pêk hat.
- Serokomar Erdogan bi Serokwezîra Îtalyayê Meloniyê ra hat cem hev
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Misrê ku ji beşdariya "Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê" lê ye, bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê ra hat cem hev.
Hevdîtina li Navenda Fuara Navneteweyî ya zîrwe lê tê lidarxistin, ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo beşdarî Civîna Aştiyê ya Şarm el-Şêxê bibe li Misrê ye, li wir bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan û Macron li Navenda Fuarê ya Navneteweyî ya ku civîn wê li wir bê lidarxistin, hatin bal hev.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
- Serokatiya Ragihandinê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî "Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê" bibe, li Misrê ye û li wê derê bi Serokomarê Fransayê Macron ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye-Fransa û rewşa Xezeyê hatin rojevê.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da destnîşan kir ku dewama agirbesta ku li Xezeyê pêk hat, îmarkirina Xezeyê ya ji nû va û seba aştiya mayînde çareseriya dudewletî girîng e, ji bo ku krîza li herêmê bi dawî bibe alîkariyên Tirkiyeyê bê navber dewam dikin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da destnîşan kir, Tirkiye biryardar e ku di her qadê da têkiliyên navbera xwe û Fransayê pêş bixe.
Erdogan ji bo aştiya mayînde li ser girîngiya çareseriya dudewletî sekinî.
- Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer ra hat cem hev
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Misrê ku ji beşdariya "Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê" lê ye, bi Keir Starmerê Serokwezîrê Îngiltereyê ra hat cem hev.
Hevdîtina li Navenda Fuara Navneteweyî ya zîrwe lê tê lidarxistin, ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo beşdarî Civîna Aştiyê ya Şarm el-Şêxê bibe li Misrê ye, li wir Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr Starmer qebûl kir û di qebûlê da got ji bo ku êrîşên li Xezeyê dawî bibin û agirbest çêbibe, Tirkiyeyê hewleke mezin da, ji bo ku aştî mayînde be û rêya ku diçe aştiyê vebe, hewl wê zêdetir dewam bikin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di qebûlê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îngiltereyê, mijarên herêmî û kurewî hatin axaftin.
Serokomar Erdogan di qebûlê da got di serî da pîşesaziya parastinê di her qadê da ew hewl didin ku hevkariya Tirkiye û Îngiltereyê pêşva here.
Erdogan anî ziman ji bo ku êrîşên li Xezeyê dawî bibin û agirbest çêbibe, Tirkiyeyê hewleke mezin da û got ji bo ku aştî mayînde be û rêya ku diçe aştiyê vebe, hewl wê zêdetir dewam bikin.
Serokomar Erdogan got divê alîkariyên mirovî bênavber bigîhîjin Xezeyê, divê Xeze heman dîsa bê avakirin û destnîşan kir ku aştiya mayînde ancax bi çareseriya dudewletî va dikare pêk bê û ji ber vê jî hewlên civaka navneteweyî yên di vê rêyê da girîng in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.