Serokomar Erdogan: "Dewlet pergal, nîzam, întîzam e"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me tu carî rehm li kesên ku desthilatiya xwe nebaş bi kar tînin, mal û çavkaniyên kamuyê îsraf dikin û destên xwe dirêjî beytulmalê dikin, nekir û em ê nekin jî."
Serokomar Erdogan beşdarî Merasîma Îmzekirina Protokola Hevkariyê ya Perwerdeya Exlaqê û Perwerdeya Hîndekarên Exlaqê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin bû û li wir axivî.
Erdogan spasiya karmendên di xizmeta gel da ne kir û wiha axivî: "Ez dixwazim ji hemû karmendên me yên ku li welêt û dervayî welêt bi fedakarî xizmeta welatiyên me dikin ra spas bikim."
Serokomar Erdogan got ew tu carî destûrê nadin kesên ku desthilatiya xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û wiha dewam kir: "Me tu carî rehm li kesên ku desthilatiya xwe nebaş bi kar tînin, mal û çavkaniyên kamuyê îsraf dikin û destên xwe dirêjî beytulmalê dikin, nekir û em ê nekin jî. Em musamahayê nîşanî tu kesî nadin ku ji dêvla kirina xizmetê ji qoltixê xwe hêzê hildide û zilmê li welatiyan dike. Dewlet pergal, nîzam, întîzam e."