Serokomar Erdogan der barê merasima derbasbûna keştiyan a ji Tengava Stenbolê da peyam weşand

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di Hefteya me ya Serkeftinê ya di dîrokê da bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin da, bi hêza me ya behrê ya xurt û bihêz va rêwîtiya Welatê Şîn."
Di çarçoveya TEKNOFEST Welatê Şîn da bi pêşengiya keştiya eskerî ya herî mezin a Tirkiyeyê TCG Anadoluyê keştî ji Tengava Stenbolê derbas bûn.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî NSosyalê der barê merasima derbasbûna keştiyên eskerî ya ji Tengava Stenbolê da peyamek weşand.
Erdogan wiha got: "Di Hefteya me ya Serkeftinê ya di dîrokê da bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin da, bi hêza me ya behrê ya xurt û bihêz va rêwîtiya Welatê Şîn."
Di peyamê da wêneyekî Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ya ku silavê didin keştiyan jî hat weşandin.
Her wiha di peyamê da wêneyekî bîranînê ya Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan ya bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Osman Aşkın Bak û çend fermandaran ra jî hat parvekirin.