Polîtîka

Serokomar Erdogan der barê bûyerên 1915yan da peyamek ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Maşalyan ra şand

Mehmet Tosun  | 24.04.2024 - Rojanekırın : 25.04.2024
Serokomar Erdogan der barê bûyerên 1915yan da peyamek ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Maşalyan ra şand

Ankara

ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me nehiştiye û em ê nehêlin ku yek welatiyekî me yê Ermenî jî bê dîkekirin, cudakirin û xwe li welatê xwe di rêza duyemîn da hîs bike. Girîng e ku em bûyerên di dîrokê da qewimîne bêyî ku rê li ber gotinên radîkal, cudakirin û zimanê nefretê vekin, di bin siya wîcdan, hiş û zanistê da binirxînin."

Serokomar Erdogan der barê bûyerên 1915yan da ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ra peyamek şand.

Erdogan di peyama xwe da welatiyên Ermenî yên Împaratoriya Osmaniyan yên ku di şert û mercên xerab ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn da mirine bi bîr anî û sersaxî da neviyên wan.

Serokomar Erdogan got ew ji bo hemû endamên civaka Osmanî yên ku ji ber pevçûn, alozî, tevgerên çeteyan û kiryarên terorê mirine û şehîd ketine rehma Xwedê dixwaze.

Erdogan anî ziman ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn li axa Osmaniyan bûye sedema wêraniyên mezin, şopên wê yên kur di bîra merivan da maye û wiha axivî:

"Rewşa aşitî û aramiyê ya ku ji bav û kalên me ji me ra mîrat maye, encax bi xebatên me yên hevpar dikare dewam bike. Ewlehî, refah û şahiya welatiyên me yên Ermenî yên ku axên Anadoluyê bi berhemên xwe yên çandî û însanî va dewlemend dikin di bin temînata me da ye. Me nehiştiye û em ê nehêlin ku yek welatiyekî me yê Ermenî jî bê dîkekirin, cudakirin û xwe li welatê xwe di rêza duyemîn de hîs bike. Girîng e ku em bûyerên di dîrokê da qewimîne bêyî ku rê li ber gotinên radîkal, cudakirin û zimanê nefretê vekin, di bin siya wîcdan, hiş û zanistê da binirxînin."

Serokomar Erdogan got ji bo ku nifşên dahatûyê ji şer, tundî û pevçûnan bên parastin divê ji êşên hevpar ders bê girtin û dahatû bi hev ra bê avakirin.

Erdogan silavên xwe ji civaka Ermeniyan ra şand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.