Serokomar Erdogan: "Daxuyaniyên birayên me yên li herêma Kurdên Iraqê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye"
- "Daxuyaniyên birayên me yên li herêma Kurdên Iraqê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û em ji dil bawer in ku dê bi vê lîstikê nexapin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Daxuyaniyên birayên me yên li herêma Kurdên Iraqê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û em ji dil bawer in ku dê bi vê lîstikê nexapin."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya li Kuliyeya Serokomariyê, xîtabî gel kir.
Serokomar Erdogan got, "Ez careke din balê dikişînim ser wê yekê ku em bi awayê herî xurt li dijî her cure senaryoyê ne ku dê pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror xera bike û zirarê bide aştî û îstîqrara herêma me." û wiha dewam kir:
"Divê tukes li pey hesabê şaş nebe û nekeve dafika şebekeya qetlîamê ya Siyonîst ku bira bi bira dide kuştin. Daxuyaniyên birayên me yên li herêma Kurdên Iraqê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û em ji dil bawer in ku dê bi vê lîstikê nexapin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
