Serokomar Erdogan Cejna Remezan li teşkîlatên AK Partiyê pîroz kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Wek Tirkiye ji kî dike bila bike me dijî êrîşên ku bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî îxlal dikin berteka xwe nîşan da û ji bo şer belav nebe gelekî hewl da."
Serokomar Erdogan bi rêya serhêlê li Navenda Giştî ya AK Partiyê pîrozbahiyên Cejna Remezanê pêşkêşî teşkîlatên AK Partiyê kir.
Erdogan got, "Wek Tirkiye ji kî dike bila bike me dijî êrîşên ku bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî îxlal dikin berteka xwe nîşan da û ji bo şer belav nebe gelekî hewl da. Em bi polîtîkayeke bisebir, eqlêselîm û xwînsar va bi helwesteke dijî provokasyonan gelekî baldar pêvajoya di nav da ne bi rê va dibin."
Serokomar Erdogan li ser êrîşên Ameîka-Îsraîlê yên dijî Îranê got, "Armanca me ew e ku ev şerê bêmene, bêhiqûq û gelekî şaş e demildest bi dawî bibe. Em ji bo ku bandorên neyinî yên şer ên dijî aboriya welatê me û welatiyên me sînordar bikin pêngavên hewce diavêjin."
Serokomar Erdogan jrexne li CHPê girt û got, "Dema ku mûşek hildifirin hûn dişopînin ka begefendî bi çi va mijûl in. Ne di rojeva wan da şer heye ne jî, xema wan ewlekariya Tirkiyeyê ye. Take derdê wan çêkirina polemîkan, derxistina pevçûnê li dadgehan û bidestxistina ranta siyasî ye. Di serdemeke wiha da jî ji sekna millî dûr in. Ew di rewşeke wisa da ne ku ne tenê herêma me, hemû cîhan bişewite jî, an jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derkeve jî, bawer bikin, qet ne xema wan e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
