Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Îranê Pezaşkiyan ra axivî
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezaşkiyan ra axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomaiyê di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îranê, her wiha rageşiya eskerî ya li herêmê zêde dibe, hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku Tirkiye amade ye ji bo kêmkirina rageşiyê û çareserkirina pirsgirêkan di navbera Îran û Amerîkayê da navbeynkariyê bike.
Di axaftinê da Erdogan diyar kir ku ew ê îro Wezîrê Karên Derva yê Îranê ku niha li Tirkiyeyê ye jî pêşwazî bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
