Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Fransayê Macron ra axivî
- Di peywendiya Erdogan a digel Mecron da rewşa dawîn a li Xezeyê û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin - Serokomar Erdogan ji ber biryara wî ya naskirina Filistînê wekî dewletekê, Macron tebrîk kir

Istanbul
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiya Erdogan a digel Mecron da rewşa dawîn a li Xezeyê û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da destnîşan kir ku rewşa însanî ya li Xezeyê giran bûye û ji bo çareseriya bilez divê civaka navneteweyî zû bikeve tevgerê.
Erdogan diyar kir ku divê nakokiya di navbera Îsraîl û Filistînê da bi dawî bibe û li herêmê ji bo aştiya mayînde, çareseriya du dewletî şert e.
Serokomar Erdogan her wiha ji ber biryara wî ya naskirina Filistînê wekî dewletekê, Macron tebrîk kir.